‘Divê jinên azadîxwaz xeta heval Sakîne hilbijêrin’

57

 

 

BOTAN GERMIYANÎ/ GERMIYAN

 

Îro saet 15:00’ê li Qehwexaneya Kultirî ya bajarokê Kifrî yê girêdayî herêma Germiyan, Rêxistina Jinên Azadên Kurdistanê (RJAK) bi boneya salvegera komkujiya Parîsê ku têde sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatin qetilkirin, semînerek lidar xist. Semîner ji aliyê yek ji xwendekarên şehîd Sakîne Cansiz, Dîlan Hacî ve hate pêşkêşkirin.

 

Dîlan Hacî di semînerê de axivî û got; “Em weke jinên têkoşerên heval Sakîne weke pêşenga xwe dibînin. Kesayeta heval Sakîne ji bo jiyan û têkoşîna xwe dikin mînak. Heval Sakîne tenê kêliyekê jî serê xwe li hemberî dijmin ne tewand. Xeta Sakîne Cansiz xeta jinên azade. Xeta dijî komplogerî, dagirkerî û desthilatperestiyê ye.”

 

 

Dîlan Hacî wiha dewam kir; “Ger jinek bixwaze rêya heqîqet, berxwedan û azadiyê ji bo xwe hilbijêre, pêwîste divê xeta heval Sakîne hilbijêre.”

 

Piştre di semînerê de sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna şehîd Sakîne Cansiz hatî amadekirin, hate temaşekirin.

 

Her wiha endama Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) Hêvî Kameran peyama rêxistina xwe xwend û wiha hate gotin; “Li Başûrê Kurdistanê gelek jinên şoreşger serî hildan û li ser rêya şehîd Sakîne Cansiz û hevalên wê meşiyan. Di lûtkeya herî bilind a çiyayan de li gel Sakîneyan gihiştin hev. Xwendekarên Şehîd Sakîne, şehîd Viyan Soran, Vejîn Rizgê, Denîz Dêrelûk, Bêrîtan Dêrelûk, Destîna Qendîl, Hîran Hîranî, Xelat Silêmanî û gelek şehîdên din jî li ser vê xetê bûne xwedî têkoşîna azadiyê.”

 

 

Di dawiya peyamê de ev jî hate gotin; “Weke jinên Başûrê Kurdistanê, bicihanîna armanca hemû şehîdan weke erka xwe dibînin. Felsefe û îdeolojiya jin û rêxistinkirina jinê ji hemû qeyranên îro civak ketiye nav de weke qeyranek siyasî, aborî, ewlehî, perwerde û qeyrana sîstemê de, yekane rêya çareseriyê ye.”

 

 

 

(sk)