Ebadî ji bo mûçeyan herêmê tawanbar dike herêm jî Ebadî

20

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dayîna mûçeyên karmendan berpisryariyê diavêje ser hikûmeta Iraqê Hikûmeta Iraqê jî bi heman şêweyê Hikûmeta Herêmê Ebadî tawanbar dike. Lê, li holê ti gaveke pratîkî nîne, herkes topê diavêje gel hev. Berdevkê Hikumeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî şevê din bersiva daxuyaniya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ku gotibû, 'Di sala 2017'an de dahata şandina petrola Herêma Kurdistanê 9 trilyon dînar bû' da. 

 

Sefîn Dizeyî eşkere kir ku daxuyaniyên Heyder Ebadî bûne modeyeke heftane û heman tiştan dubare dike û ti encam jî nînin û got; "Eger bi rastî hikûmeta Iraqê niyeta çareseriya pirsgirêkan heye, bila dest bi guftûgoyên cidî bike û li gorî destûrê pirsgirêkan çereser bike ku encama wê di berjewendiya hemû Iraq û Herêma Kurdistanê de be. Bi hêvî me ji niha û pêve em ji qonaxa daxuyaniyên rojnamevanî derkevin û derbasî qonaxa gavên praktîkî bibin."

 

Berdevkê Hikumeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî diyar kir ku Ebadî ji derveyî daxuyaniyan ti gavên pratîkî navêje û wiha pêde çû; "Ji dema ku Ebadî behsa şandina mûçeyên meaşgirên Herêma Kurdistan kiriye, heya niha ti gavek piraktîkî nehatiye avêtin. Tevî ku lîsta bi navên fermanberên herdu wezaretên tendirustî û perwerdeyê jî ji bo Bexdayê hatiye şandin, lê ti mûçe heya niha nehatiye şandin. Tişta ku niha Iraq li hember xelkê Kurdistanê dike, cezakirineke bi kome û ji bilî wê yekê ti pênaseke din jê re nabe. Welatiyên Herêma Kurdistanê jî bi başî ji vê rastiyê têgihîştine û berî civînên rojnamevanî dizanin ka dê çi were gotin, ji ber ku heman hevok û peyvên dubare ne û tişteke din nîne."

 

Sefîn Dizeyî têkildarî daxuyaniya Heyder Ebadî ya li ser şandina petrola Herêma Kurdistanê û dahata wê jî got:"Hemû ew agahiyên ku Brêz Ebadî behsa wan dike, şaşin, di çend rojên pêş  de, dema ku Kompaniya Dilliot bi hûrbînî daneyên rast belav bike, dê wê demê rastî zelal bibe. Berî niha me bi hejmara bersiv da û êdî pêwîst nake tiştekî din li ser bêjin."