Goran germ nêzî lîsteyeke hevbeş a li gel PDK-YNK’ê nabe

28

 

 

ROZE MIHEMED / SILÊMANÎ

 

Biryare ku meha Gulana îsal li Iraqê hilbijartinên parlamentoya Iraqê pêk werin. Lê, heya niha nayê zanîn wê partiyên Kurd çawa beşdarî hilbijartinê bibin, gelo wê bi lîsteyekî hevbeş  yanjî wê her partiyek bi serê xwe beşdar bibin. Li gorî daxuyaniya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê îro roja dawiyê ya ji bo avakirina koalîsyon ango lîsteyên hevbeş.

 

‘Ji bo şêweyê beşdarbûna hilbijartinan sê nêrîn heye’

 

Berpirsê Odeya Hiqûqî ya Tevgera Goran Îsmaîl Namiq: Di civînên me yên li gel Komela Îslamî ya Kurdistanê û Eniya Hevpeymana Demokrasî û Dadperweriyê de me behsa beşdarbûna hilbijartinên Iraqê kir. Nêrînek heye ku hemû partî cûda cûda beşdar bibin, nêrîna duyem mûxalefet bi lîsteyeke cûda ya hevpar beşdar bibin. Nêrîna sêyemîn jî ewe ku hemû partiyên herêmê bi yek lîsteyê beşdar bibin.

 

 

‘Em her sê hilbijêrkan jî dinirxînin’

 

Em weke Tevgera Goran li ser sê hilbijêrkan jî nîqaş dikin.  Weke Tevgera Goran emê di rojên bêş de biryara xwe bidin. Niha Tevgera Goran mûxalefe û li Kurdistanê em ji PDK'ê û YNK'ê cudatir kar dikin. Nabe em li cihekî din li gel YNK'ê û PDK'ê hevbigirin. Li Kurdistanê ti daxwazên me bi cih nayênin. Me daxwaz kir hikûmetê hilweşînin û hikûmetekî demkî ava bikin, lê guh nedan me. Tişta PDK'ê û YNK'ê dixwestin kirin. Guh nedan gelê nerazî. Êdî em çawa li herêmên nakokî li ser hene (veqetayî) bi yek lîsteyê beşdar bibin.

 

‘Em nikarin parastina karên xirab yên PDK û YNK’ê bikin’

 

PDK û YNK li herêmên nakokî li ser hene şikestekî mezin xwarin û siyaseta wan ya li van herêman meşandin siyasteke pûç bû. Em mûxalefetin, ew di desthilatdariyê de ne. Çi li herêma Kurdistanê dibe çi jî li herêmên nakokî li ser hene dibe, em nikarin parastina hemû karên xirab ên YNK'ê û PDK'ê bikin.