Hunermend û rewşenbîrên Îranî piştgirî dan nerazîbûnan

57

 

 

 

Şevê din 154 hunermend, nivîskar û aktîvîsên sivîl ên diyar ên Îranî îmzeya xwe avêtin bin daxuyaniyekî hevbeş. Di daxuyaniyê de ragihandin ku nerazîb3un li hember pirsgirêkên aborî, bêdadî, cihêkariyên li dijî netewan, cihêkariya rêgezî û mezhebî û kevneperestiya desthatdariyê ye.

 

Kesayetên weke Mêhrengîz Kar, Mushîn Mexmelbaf, Elî Babeçahî, Seîd Elî Salihî û Perestû Firuher jî îmze avêtin bin daxuyaniyê 3u gotin; "Em piştgiriya ew nerazîb3unên li Îranê dikin. Rejîma Îranê jî van kesên nerazî weke noker 3u m3unafiq bi nav dike. Em daxwaza bi cih anîna hem3u daxwaz 3u xwestekên wan dikin 3u dibêjin, divê hemû kesên hatine binçavkirin bê şer 3u merc werin berdan."

 

Ji berî niha jî 102 hunermend û nivîskarên din ên Îranê piştgirî dabûn xwepêşandanên gelên Îranê.

 

Hêjayî gotinê ye ku di operasyonên hêzên Îranê yên li dijî xwepêşaderên Îranê de nêzî 3 hezar û 700 kes hatine binçav kirin û di girtîgehan de 5 çalakger jî bi êşkenceyê hatine qetil kirin.