Li Çemçemal hersê jinên şoreşger hatin bîranîn

22

 

 

AŞTÎ EHMED/ ÇEMÇEMAL

 

Îşev li navçeya Çemçemal a girêdayî Silêmaniyê Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi boneya 5’emîn salvegera komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013 ku hersê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez têde hatin qetilkirin, bîranînek lidar xist.

 

Mamosta Sedriye Ezîz ku tevlî bîranînê bibû, ji ajansa me re wiha got; “Ev bîranîn ji bo wê ye ku her yek ji me bi xwe bibin Sakîne Cansiz, ji bo weke wan parastina xwe û xaka xwe bikin. Ger em vê nekin, emê timî tên qetilkirin. Bi qetilkirina ruhî ne ya fîzîkî re rû bi rû bibin.”

 

 

Sedriye Ezîz wiha jî got; “Sakîne Cansiz û hevalên wê ji bo hemû Kurdan cihê serbilindiyê ne. Her çend li welatek weke Fransa û li ber çavê hemû Ewropa hatin qetilkirin, lê li hemberî vî sûcê mezin bêdeng bûne. Li gel vê jî xwe weke serçaveya demokrasiyê dibînin. Bi vê boneyê ez hêvî dikim salvegera bîranîna Sakîne û hevalên wê bibe wesîleya şoreşek nû dinava dilê hemû Kurdan de.”

 

 

Yek ji ciwanên tevlî bîranînê bûyî Dersim Germiyanî jî wiha got; “Di 5’emîn salvegera komkujiya Parîsê de, ez ji Fransa û welatên Ewropa daxwaz dikim bêdengiya xwe bidawî bikin û tewanbarên vî karî ku Tirkiye dadgeh bikin.”

 

 

 

(sk)