Li Çemçemal teqîn: 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan

60

 

 

AŞTÎ EHMED/ ÇEMÇEMAL

 

Îro saet 15:30’ê li bajarokê Şoreş ê girêdayî navçeya Çemçemal a ser bi parêzgeha Silêmanî ve, zarokên ku bi guleya hewanê dilîstin, di encama teqîna teqemeniyekê de, 3 zarokan jiyana xwe ji dest da.

 

Der barê bûyerê de cigirê Rêveberiya Tenduristiya Çemçemal Eyub Heme ji ajansa me re wiha axivî; “Ew sê zarok yek navê wî Hêmin Seîd e û 9 saliye. Herdûyên din jî navê wan Ferman Eta û Dêrîn Saman e. Herdû jî 12 salî ne.”

 

 

Eyub Heme diyar kir ku cenazeyê hersê zarokan hatine rakirina morga nexweşxaneya Silêmaniyê.

 

Her wiha serçaveyekî ewlehiyê li Çemçemal ku nexwast navê xwe eşkere bike, diyar kir ku heya niha tam zelal nebûye ew teqîn guleya hewanê bûye, yan teqemeniyek din bûye.

 

Berdevkê polîsên navçe û bajarokên Silêmaniyê Îqbal Mihemed jî li ser bûyerê wiha got; “Îro li gundê Gûlê yê girêdayî bajarokê Mawet ê ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve welatiyekî binavê M.E.M. ku 55 salî bû, di encama teqîna mayinê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wî hatiye rakirina morga nexweşxaneya Silêmanî.”

 

 

(sk)