NEDÎMA ŞEMO-ARGEŞ ŞENGALÎ / ŞENGAL

 

 

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) IIro bi beşdarbûna dehan jinên gundê Digorê li ser sekin û xebata her sê jinên tekoşer civînek li dar xistin û têde qala kesayet û têkoşîna wan hate kirin.

 

 

Di civînê de Endama TAJÊ Bahar Botan qala têkoşîna Sakîne Cansiz û hevalên kir û diyar kir ku ewê her timî li ser rêya wan bimeşin û têkoşîna wan  berdewam û mezin bikin.

 

 

Piştî axaftina Bahar Botan sînevîzyoneke li ser jiyan û têkoşîna her sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hate nîşandan.

 

Civîn bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here