Rêxistina Bedir Koalîsyona Fetih ragihand

47

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Koalîsyona Fetih ji 15 partî, rêxistin û koman pêk tê. Di navê de Rêxistina Bedir, Esayîbî Elhî Heq û Encumena Biland a Îslamî hene.

 

Hêjayî gotinê ye ku berî niha Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihandibû ku li gorî destûra Iraqê aliyên xwedî hêzên çekdarîne nikarin beşdarî hilbijartinan bibin. Lê, komên ser bi Rêxistina Bedir û Esayîb Elhî Heq di nava Heşdî Şebî de weke du komên bi hêz ên xwedî hêzên çekdarî ne.

 

Li gorî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê îro roja dawî ya çêkirina koalîsyonên ji bo hilbijartinê heye ku divê di meha Gulana îsal de pêk were. Lê, heya niha jî aliyên Kurd hîn helwesta xwe ya ji bo çêkirina koalîsyoneke hevbeş ya Kurdan diyar nekirine.