Şengalî: Jinên Êzidî li ser xeta Sakîneyan dimeşin

84

 

 

 

HESRET AMED / ŞENGAL

 

Welatiyên Şengalê li ser têkoşîna her sê jinên şoreşger yên di 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetil kirin, axivîn û gotin: “Di dîrokê hemû jinên serî li hember dagirkeriyê rakirine bûne hedefa êrîşên wan û hatin qetil kirin. Lê, niha bi sedan jinên Êzidî li ser xeta Sarayan dimeşin.”

 

Welatiyê bi navê Xelef Meto: Ez êrîşa li Parîsê li ser her sê jinên têkoşer pêk hatî şermezar dikim. Armanca komplogeran ne tenê her sê jinene pêşeng bû, xwestin bi vê komkujiyê derbeyek li rêxistin û îdeolojiya me bidin. Di dîrokê de her timî wisa bûye kîjan jin serî li hember dagirkeriyê rakiribe bûye  hedera êrîşan û hatine qetilkirin. Ev jî hêz û vîna jinên serhildêr dide nîşan.

 

 

‘Di sekna Sakîne de rihê têkoşînê hebû’

 

Şehîd Sakîne xwedî seknek pir cûda bû, mirov di sekna wê de ew rihê têkoşîn û berxwedanê di dît. Ev çend sal derbas jî bûne, lê ew kêlî hîn li ber çavên min zindîne. Ez jî soz didim ku ez li ser xeta Sakîne, Fîdan û Leylayan bimeşim û xwedî li hevaltî û kêliyên hevdîtina min ya li Qendîlê ya bi wê re derkevim.

 

‘Bi sedan keç û jinên Êzidî li ser rêya Sarayan dimeşin’

 

 

Welatiya bi navê Neyîma Faris: Heya em sax bin û rojek ji temenê me mabe emê qet şehîdên xwe ji bîr nekin û xwedî li wan derbikevin. Dibe ku wan sê pêşeng û tekoşerên me qetilkiribin, lê bila dijminê me baş bizane ku îro bi sedan jin û keçên me ketine ser rêya wan çelengan. Dibe ku di vê komkujiya hovane de hevala Sakîne, Fîdan û Leyla şehîd bubin, îro bi ked û xwîna wan bi sedan keçên me bûne Sara, Rojbîn û Ronahî û rêya wan dişopînin.

 

'Rihê wan li çar parçeyên Kurdistanê dijî'

 

 

Meyan Nasir: “Ez her sê jinên têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bibîr tînin û komplogeran şermezar dikim. Şehîd Sakîne û her du hevalên xwe bi têkoşîn û sekna xwe ya berxwedêr bûne dengê azadiya jinê. Ji bo wê bi sekin û berxwedaniya xwe bûne hedefa êrîşek wiha hovane. Îro di rêya têkoşîna jinên pêşeng û têkoşer yên weke Sakîne, Fîdan û Leylayan de bi sedan jinên me yên ciwan dimeşin. îro rihê wan li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat tê jiyîn.