Wezîrê Iraqê serdana Derbendîxanê kir

67

 

 

 

HEWRÊ KIRÊKAR / KELAR

 

Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Hesen Cenabî serdana Bendava Derbendîxan kir û li gel karmend û rêveberên bendavê civiya. Wezîr diyar kir ku wê bendavê nûjen bikin.

 

Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Hesen Cenabî piştî hevdîtina li gel  karmend û rêveberên bendavê daxuyanî da çapemeniyê û got; "Di hevdîtinê de me biryar da ku di meha Hezîranê de dubare dest bi nûjenkirina Benda Derbendîxan bikin. Wê ji berî destpêkirina kar çend komîsyonên pispor serdana bendavê bikin. Wê ziyana çêbûye diyar bikin."

 

Hesen Cenabî eşkere kir ku wê pereyê ji bo nûjenkirina bendavê bê xerc kirin, ji pereyê Banka Navneteweyî ya bide Iraqê ku nêzî 31 milyon dolare be.

 

 

 

Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Hesen Cenabî eşkere kir ku niha ti metisiyên rûxîna bendavê nemaye.

 

Her wiha Rêveberê Bendava Derbendîxan Rehman Xanî ji wiha got; "Ew sozên ku ji bo ziyana bendamê hatine dayîn, tenê yek milyar dînar bû, ew ji bo çend pêwîstiyên bendavê hate xerc kirin. Heya niha em nizannin ziyana bendavê çende."