Zanyar û Luqman Muradî dibin gefa darvekirinê de ne

50

 

DILSOZ ENWER / ROJNEWS

 

Bavê Zanyar, Îqbal Muradî: Ne tenê niha, timî îhtîmala bicihanîna cezayê darvekirinê yê Zanyar û Luqman û hemû girtiyên din ên siyasî heye. Lê niha ku hikûmeta Iran krîza siyasî dijî, ev îhtimal zêdetir kiriye. Li gorî ezmûn û dîroka hikûmeta Îranê, timî di rewşekî wiha de ji bo ji holê rakirina gefan dest davêje qetilkirina girtiyên siyasî. Mîna di salên 80'an de dest bi darvekirina girtiyên siyasî yên Kurd û çepgir kirin."

 

Îqbal Muradî têkildarî pirsa 'gelo ji girtîgehê derbarê darvekirina  Zanyar û Luqman de qet agahiyek ji were hatiye jî wiha axivî: "Di vê mijarê de tiştek ji me re nehatiye gotin. Lewra em ne dikarin red bikin û ne jî dikarin piştrast bikin. Ji ber rewşa aloz ya navxweyî ya Îranê û bi taybet nava girtîgehan, demeke me nekariye peywendî li ge Zanyar û Luqman çebikin. Vê yekê herî zêde em xistine nava fikaran."

 

Zanyar û Luqman Muradî di meha Tebaxa sala 2009'an de li bajarê Merîwanê  yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên rejîma Îranê ve hatin girtin.

 

Zanyar û Luqman Muradî bi îdîaya ku destê wan di kuştina kurê îmamê Merîwanê de heye û li dijî xwedê derketine, di Kanûna heman salê de cezayê darvekirinê li her duyan hate birîn. Lê belê herdu girtî heya niha jî van sucane li ser xwe qebûl ne kirine û wekî komployek ya wezareta îtlaata Îranê li himberî xwe dibînin.Heya niha li Girtîgeha Recayî Şar a Kerec’ê tên girtin.