HAWRÊ KIRÊKAR/ XURMATÛ

 

Îro hêzek a girêdayî artêşa Iraqê binavê Bersiva Lezgîn (Rid Elsire) bi tang û wesayitên zirxî li nav navçeya Xurmatû ya girêdayî parêzgeha Salahadîn hate bicihkirin.

 

Têkildarî mijarê Cigirê berpirsê malbenda 16 ya Hemrîn ê YNK’ê Hesen Baram ji ajansa me re wiha got; “Hêzek zêde ya ‘Bersiva Lezgîn’ girêdayî artêşa Iraqê ye anîne nav navçeya Xurmatû. Li gel vê hêzê gelek tang û wesayitên zirxî jî hene. Ev jî bûye sedema dinava welatiyên Xurmatû de metirsiyek mezin çêbibe.”

 

 

Hesen Baram wiha jî got; “Heya niha sedema hatina vê hêzê nehatiye zanîn û armanca hatina wan bi vî şêwey nayê zanîn. Belê li gor zanyariyên me girtine, ev hêze li cihê hêzên din ên li nav Xurmatû ne, hatiye.”

 

Hesen Baram ev jî got; “Ev hêze li nav herdû Taxên Rizgarî û Kûmar ên Xurmatû bicih bûne. Ev herdû taxe jî yên Kurdane û biryare her li van herdû taxan bicih bibin.”

 

 

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here