Berpirsekî Yekgirtû rexne li PDK û YNK’ê dike

53

 

ZAHÎR ÎBRAHÎM / SORAN

 

Berdevkê Şaxê 12 yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li devera Soran a ser bi parêzgeha Hewlêrê  Ebdulrehman Mihemed têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê û bêdengiya partiyên Başûr ya li hember dagirkeriyê axivî û diyar kir û got: “Dagirkeriya li ser xaka Başûrê Kurdistanê pêk tê encama parçebûna navxweyî ya Kurda ye. Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Başûrê Kurdistanê li ser Îran û Tirkiye dabeş kiriye.

 

Mihemed diyar kir ku ji sala 1991’an ve dewleta Tirk û Îran çavberdane axa Herêm a Kurdistanê û got: “Bi baweriya min ji faktorên derve zêdetir sedemên navxweyî dibin sedem ku xaka Herêma Kurdistanê were dagirkirin.”

 

'Pêwîste hizb dest ji berjewendiyên hizbî berdin'

 

Ebdulrehman Mihemed diyar kir ku piştî bûyerên 16’ê Cotmehê şûn ve daxwaza  Tirkiye, Îran û Iraq ya dagirkirina xaka Herêma Kurdistanê zêdetir bûye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Pêwîste hizb û aliyên siyasî yekgirtî bin ku bikarin bi zimaneke hevbeş û stratejiyeke netewî rewşa niha ya Başûr derbas bikin. Rewşa niha ya hestyar a Başûrê Kurdistanê ji her demê zêdetir pêwîstî bi têgihiştin û diyalogê heye. Ji lewma divê aliyên Kurd êdî dest ji berjewendiyên xwe yên hizbî berde.