Bi merasîmekê li Silêmanî Sakîne, Fîdan û Leyla hatin bîranîn

28

 

 

ROZE MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Îro êvarê li salona Tewar a bajarê Silêmanî bi merasîmekê Sakîne Canszi, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’ê de hatin qetilkirin, hatin bîranîn.

 

Merasîma bîranînê ji aliyê Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê-RJAK’ê ve hate lidarxistin. Her wiha Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, Jinên Ciwan ên Têkoşer, Gencanî Welatparêzên Kurdistanê û gelek kesayet tevlî merasîmê bûn.

 

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê destpê kir. Endamê Encûmeniya Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê li Başûrê Kurdistanê Îbrahîm Heme Emîn peyama komîteya xwe pêşkêş kir û wiha hate gotin;  “Em vê rastiyê eşkere dikin ku PKK’ê ti sûcek bê hesabpirsîn nehiştiye. Xebata azadîxwaziyê ya PKK’ê pêş dikeve û dijmin xistina nava şikestinên mezin de.

 

 

Ev sûcê komkujiyê di demek de bû ku xebata PKK’ê ber bi pêşde diçû bû. Dijminên Kurdistanê çavê wan bi vê nerabû û bêguman rastiya PKK’ê rastiya şehîdane. Şehîd bûne ronahiya rêya me. Soza berxwedana me û biryardariya xwe ya li ser fikirê Rêbertiya xwe dikene pêşengiya karê xwe.”

 

Endama Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê Necîbe Omer jî axivî û got; “Em li hemberî bîrdariya şehîdan bejna xwe di tewînin. Sakîne yekemîn jine ku bi hemû astengiyên civakê re rû bi rû bûye. Di avakirina xebata jinê de destî hebû.”

 

 

Necîbe Omer wiha jî got; “Ji ber ku Sakîne Cansiz yekem jin bû di damezrandina partiyek demokratîk cihê xwe girtiye, hate hedefgirtin. Terorîst dixwazin bi terorkirina jinekê derbê li xebata jinan bixin. Parîs cihê girtin û kuştina kesên şoreşgere.”

 

Piştre jî endama Desteya rêveber a Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Bêrîvan Mihemed jî axivî û got; “Bi pêşengiya şehîd Sakîne têkoşîna gelê Kurd pêş ket. Li hemû cîhanê deng da. Sakîne Cansiz heya kêliya dawiyê ji bo yekîtiya netewî û yekîtiya gelê Kurd xebat kir. Divê em jî xeta wê bişopînin. Her wiha bibin bersiva ew dagirkeriyên li ser gelê me tên meşandin.”

 

 

Her di merasîmê de peyama Partiya Yekîtiya Demokratîk-PYD Û Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) hatin xwendin.

 

Piştre tabloyek wêneyê Sakîne Cansiz ku ji aliyê şêwekar Hawrê Elî ve hatibû çêkirin hate nîşandan. Piştre koma Şehîd Derya Zêbarî şanoyek hate lîstin. Koma Şehîd Serhed jî çend goranî pêşkêşkirin.

 

 

Di merasîmê de 4’emîn xelata Sakîne Cansiz pêşkêşî jina têkoşer, jîngehparêz û dosta gelê Kurd Berta Klaserîs hate kirin.

 

 

Di dawiya merasîmê de sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna şehîdên komkujiya Parîsê hate nîşandan.

 

 

 

 

 

 

(sk)