ELÎ QADIR / QELADIZ

 

Îro piştî nîvro li Baxê Giştî yê bajarokê Qeladizê ya ser bi îdareya Raperîn a Silêmaniyê, ciwanên Rojhilatê Kurdistanê bi armanca piştgirî dayîna xwepêşdan û nerazîbûnên li Îranê çalakiyek lidar xistin.

 

Endama Komelên Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) Jîna Egîd daxuyaniya ciwanên Rojhilat a ji bo piştgirî dayîna xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê xwend û wiha hate gotin: “Sedema sereke ya qeyranên îro gelên Îran û Rojhilatê Kurdsitdanê dijîn, ew sîstema dewlet neteweye ku nikare ji daxwaz û xwestekên gelan re bibe bersive. Her wisa azadiya mafê mirov ya civakê jî zext dike.

 

 

Em bi dil û can, piştgiriya serhildanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dikin. Bi dîtina me riwange û felsefeya sîstema demokratîk dibe bersiv û çareseriya pirsgirêkên gelênbidnest, Rojhilata Navîn û mirovatî. Her wisa pêwîste ku ciwan û her wiha bi taybet jî jinên ciwan beşdarî serhildanan bibin û hevgirtineke şoreşgerî çê bikin, her wisa dewleta faşîst a rejîma Îranê birûxînin.”

 

Daxuyaniya ciwanên Rojhilat wiha bi dawî bû: “Bi rihê ‘Serî Hilde’ ti hêzek nikare li hember ciwanan bisekine û emê bi vê rihî bigihijin armancên xwe, serkeftî bibin.”

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here