NAVENDA NÛÇEYAN

 

Nakokiyên navbera Filîstîn û dewleta Îsraîlê de dibe sedema aloziyên dijwar û mirinê. Pirsgirêka Filîstîn-Îsraîlê ku yek ji pirsgirêka sedsalê ye. Dewletên kevneperest û şovenîst yên herêmê û dewletên emperyalîst li dewsa çareseriyeke maqûl a demokratîk her diçe agiriyê neteweperestî û olperestiyê geş dikin û dibin sedem ku gelê Filîstînî rû be rûyê qirkirineke sîstematîk were.

 

Piştî ku serokê Amerîkayê Trump got, Quds paytexta Îsraîlêye nakokî û şerê di navbera herdu aliyan de careke din geş bû. Berdevkê Wezareta Tendirustî yê Filistînê Eşref el Kudra di der barê xwepêşandanên gelê Filîstînê de daxuyaniyek da û got: "Li sînorê rojhilat yê Kampa El Berîc a penaberan ciwanekî Filîstînî yê 16 salî û bi navê Emir Abdulhamid Ebû Musaid ji aliyê leşkerên îsraîlî ve hat kuştin.”

 

El  Kudra daxuya kirin ku di heman bûyerê de 3 Filistîniyên din birîndar bûne.

 

Wezareta Tendirustî ya Filistînê di daxuyaniyeke xwe ya din a nivîskî de jî radigihîne ku  li gundê Burina bajarê Nablus ê Şerîaya Rojava ciwanê bi navê Elî Amr Kaynu jî di êrîşa leşkerên îsraîlî de hatiye kuştin.

 

Wêne: arşîv

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here