IPCC hişyarî ji bo germahiya global dide

53

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Civaka Sermayedar xwezayê talan dike û her roja paştir felaketên xwezayî zêdetir dibin, metirsiya germahiyeke global ya di demeke nêz de hê ji niha ve xwe dide hîs kirin. Li gorî raporeke Panela Guherîna Avhewayê ya navbera Hikumetan (IPCC) a ser bi Neteweyên Yekbûyî be, zêdebûna germahiya global wê bidome.

 

Gazên zirerê didin

 

Têgotin ku wê raporek di vê derbarê de meha Cotmehê ji aliyê IPCC ve bê eşkerekirin. Di daxuyaniyê de hişyariyek girîng ji bo gazên bi zirer yên serayê jî tê dayîn û dibêjin eger dest ji van gazan neyê berdan wê germahiya global berdewam bike.

 

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rêjeya zêdebûna germahiya global wê sala 2040'î li gorî sedsala 19'an, bi 1,5 pileyî zêde bibe.

 

Li gorî daxuyaniyê hiştina germahiya global di asta 1,5 pileyî de wê ji bo pêşîgirtina li germa zêde, ziwatî û rabûna lehiyan girîng be. Li gorî IPCC, eger pêşî li germahiya global were girtin wê di heman demê de pêşî li penaberiya bi dehan milyon mirovan jî bê girtin.

 

Herî dawî, destpêka sala 2017'an hatibû ragihandin ku germahiya global li gorî sedsala 19'an li ser 1 pileyî ye.

 

Divê ji enerjiya ba û rojê sûd were girtin

 

Berdevkê IPCC Jonathan Lynn anî ziman ku yek ji gavên herî girîng ên ji bo pêşîgirtina li germbûna global, terikandina hilberîn û bikaranîna komirê ye. Her wiha divê li şûna enerjiya fosîlê ya petrol û gaza xwezayî, giranî ji enerjiya ba û rojê re bê dayîn.

 

Lynn daxuyakirin ku wan metna pêşnûmeyê ya rapora ji nêrîna pisporan a li ser germahiya global hatiye amadekirin pêşkêşî hikumetan kirine. Lynn diyar kir, piştî ku hikumetan li raporê zêde kirin wê heta meha Cotmehê biweşînin.