NÛPELDA TÊKOŞÎN / QENDÎL

 

Li Binarê Qendîlê di salvegera komkujiya Parîsê de jinan civînek lidar xistin û piştî civînê ji bo sê jinên şoreşger sînevîzyon hate temaşekirin. Jinên binarê Qendîlê piştî civînê têkildarî komkujiya Parîsê û bandora têkoşîna Sakîne Cansiz li ser jinên Kurd axivîn.

 

‘Daxwaza şehîdan dîtina azadiya gelê Kurd bû’

 

 

Emîne Hemed Abdulah: Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez bi planên neyarên Kurd li Parîs hatin şehîd kirin.Em bejna xwe li ber sê şehîdan ditewînin û bibîr tînin. Ew şehîd her dem di bîra me de ne. Divê hemû jinên Kurd xwedî li wan derkevin. Ji ber ew şehîdên têkoşîna azadî, exlaqî û mirovahiyêne. Hêviya şehîdan bû ku azadiyê bi çavên xwe bibînin û gelê Kurd azad bibînin. Li gor vê pêwîste jinên Kurd jî di nava têkoşîn û berxwedanê de bin. Bi şehadeta Sara, Rojbîn û Ronahî jin bêhtir şiyar bûn, hêza jin zêdetir bû.  

 

‘Bi qetilkirina wan xwestin hemû jinan bêdeng kirin’

 

 

Rûken Mihemed: Her sê jinên şoreşer ne tenê sê jinên Kurd tenê temsîla jinên Kurd nedikirin di heman demê de temsîla jinên cîhanê dikirin. Ew êrîşa dewleta Tirk ya bi hevkariya Fransa pêk anî li dijî tevahî jinên Kurd bû. Dewleta Tirk û Fransa xwestin ku bi qetilkirina her sê jinên şoreşger, hemû jinan bêdeng bikin. Ji ber vê hemû jin hatin hedef girtin. Emê hesabê komkujiyê ji dewleta Tirk û Fransa bixwazin.

      

‘Sakîne sembola jina azad û Kurdê azad e’

 

 

Sûveyda Resul: Em di salvegera komkujiya Parîsê de Sakîne Cansiz û hevalên wê bibîr tînin. Sakîne Cansiz sembola jina azad û Kurdê azad e. Em qetil kirina her sê jinan bi tundî şermezar dikin.”

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here