Konferansa Malbatên Şehîdan ya Mexmûrê destpê kir

63

 

 

ROJNEWS / MEXMÛR

 

Gelê Mexmûrê ku ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi salaye li ser xaka xwe penabere xwediyê sedan şehîdiye. Hema bêje her malbateke Mexmûrê çend zarokên xwe di ber doza azadiya gelê Kurd de şehîd dane. 9. Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê îro di saet 09:00’an de li wargehê bi beşdariya gelek 400 delege û mêhvanên ji parçeyên din yên Kurdistanê, bi deqîqeyek rêz girtin ji şehîdên rêya azadiyê re destpê kir.

 

 

Mêhvanên ji Rojhilat û Başûrê Kurdistanê beşdar bûne. Mêhvanên Rojavayê Kurdistanê ku ji bo konferansa Malbatên Şehîdan hatibûn vexwendin ji aliyê asayişa PDK’ê ve hatine asteng kirin ji lewma nekarîne di konferansê de amade bin.

 

 

Piştî rêzgirtinê ji bo rêveberina konferansê hilbijartina dîwan hate kirin. Niha axaftina vekirinê tê kirin.

 

Di konferansê de wê nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya der barê şehîdan de were xwendin. Her wisa têgotin ku wê peyama PKK’ê ya nivîskî were xwendin. Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik jî peyameke bi dîmen ji konferansê re şandiye.

 

Konferans ku her du salan carekî pêk tê xebatên du salan dinirxîne, plana xebatên du salan tê derxistin û rêveberiya xwe nû dikin.

 

Konferans wê du roj bidome.

 

Bi sedan şehîdên Mexmûrê hene. Gelê Botanê û Colemêrgê ku di salên destpêkê yên şerê çekdarî de naskirina xwe ya ji Tevgera Azadiya Kurdistanê re çêbû û bi welatparêziya xwe tê nasîn gelek zarokên xwe di oxira bidestxistina Kurdistaneke azad û demokratîk de feda kirine. Hema bêje di her malbatekî de şehîd hene. Her wisa ne tenê li Bakurê Kurdistanê şehîdên xwe li çar parçeyên Kurdistanê jî heye.