Meleyan banga yekîtiyê li partiyên Kurd kir

81

 

AŞTÎ EHMED / ÇEMÇEMAL

 

Biryare di 27-28’ê meha Çileyê de Civîna Şêwra Netewî ya Başûrê Kurdistanê lidar bikeve. Di vê çarçoveyê de jî şandeyeke KNK’ê serdana hemû partî, rêxistin û saziyên eleqeder yên Başûrê Kurdistanê dikin û wana vedixwînin Şêwra netewî ya Başûr ku weke pêş amadekariyeke ji bo lidar xistina kongreya netewî ya Kurd. Piştgiriyeke watedar jî ji melayên navçeya Çemçemal a ser bi Parêzgeha Silêmanî hat. Meleyan pêşniyar û daxwazên xwe yên di vê mijarê de vegotin.

 

‘Eger em yekgirtî bin dikarin serbikevin’

 

 

Rêveberê Karên Olî yê navçeya Çemçemalê Mele Mijde Şiwan: Hevdîtinên KNK’ê yên li gel partî û rêxistinên çar beşên Kurdistanê dane destpêkirin girîng dibînim û destxweşiya wan dikin. Eger gelê Kurd li beramber ew pirsgirêkên ku dijîn de yek deng û yek helwest bin, wê bikarin serkeftî bin û çareserî jî peyda bikin. Ji lewma daxwazê ji hemû alî, pekehatyan dikin ku piştgiriya Kongreya Netewî bikin ji bo bikarin karên xwe bi serkeftî encam bikin.

 

‘Ji bo enfal û kîmyabarên din çênebe divê em yekîtiya xwe çêbikin’

 

 

Berdevkê Mizgefta Şêx Hisên Hemze Mihemed Sengawî: Em gelê Kurd neteweyekî misilman a hatine parçekirin û zilm lê hatiye kirinin. Me qirkirina enfal û kîmyabaranê dîtiye. Ji lewma divê em pir yek deng û yek helwest bin û destê xwe bidin destê hev. Ji ber em dikarin bi vê rêyê mafê xwe bidest bixin. Gelek caran dibin navê ol de em tên perçiqandin û zilm li me tê kirin. Eger em li Qurana pîroz temaşe bikin Xwedayê Mezin  piştî Meke û Qudsê behsa pîroziya xaka Kurdistanê û çiyayê Cûdî dike. Ji lewma ji vir daxwazê ji hemû aliyên siyasî yên Kurd dikim ku yekgirtî bin.”