Nerazîbûnên li dijî cezayê darvekirina herdû ciwanên Kurd didomin

76

 

 

 

ELÎ QADIR/ QELADIZ

 

Îro li Qeladizê ya girêdayî herêma Raperîn a Silêmaniyê çalakvanên siyasî yên ji Rojhilatê Kurdistanê li nav Baxê Giştî yê Qeladizê dijî cezayê darvekirinê yê ji bo herdû ciwanên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye dayîn daxuyaniyek çapemeniyê dan.

 

Daxuyaniya çapemeniyê ku ji aliyê Aso Seqiz ve hate xwendin, wiha hate gotin; “Rejîma komara Îslamiya Îranê bi armanca tirsandin û bêdengkirina serhildanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, siyaseta tinekirin û darvekirinê bikar tîne. Di vê de jî ciwanan dike armanc ku wan bi tirsandinê ji şoreş û hilweşandina rejîmê dûrbixe.”

 

 

Daxuyaniyê wiha dewam kir; “Pêş deh salan bi sûcê kuştina kurê Îmam Cumed Merîwan du pismamên hev ên bi navê zanyar û Luqman Muradî ku ji bajarê Merîwanin ji aliyê hêzên Îtlaatê ve hatin girtin. Ji wê demê ve jî ji bo tirsandina civakê hewldidin wan darve bikin. Bi vê rêyê jî dixwazin gel û malbatên girtiyan bitirsînin.”

 

Di dawiya daxuyaniyê de ev jî hate gotin; “Em ji civaka navnetewî û rêxistinên mafê mirov daxwaz dikin ku hewldanên cidî bidin û pêşî li darvekirina ciwanên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve bigirin. Em hişyariya tund didin rejîma komara Îslamiya Îranê ger ku ev du ciwan bên darvekirin, emê serhildan destpê bikin û tola ciwanên xwe hildin.”

 

(sk)