NAVENDA NÛÇEYAN

 

Ji 11’ê Îlona 2016’an heya niha ti agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin û hemû hiqûqên navnetewî û mafê mirovan li Îmraliyê tê binpêkirin û hiqûqeke taybet li wir li ser Ocalan tê ferz kirin. Ji parêzerên Ocalan Gunfer Karadeniz, îşaret tecrîda li ser Ocalan kir û bang li hemû baroyên Tirkiyeyê kir ku têkevin tevgerê û êdî dawî li tecrîdê bînin.

 

‘Divê hiqûqnas êdî bikevin tevgerê' 

 

Gunfer Karadenîz, destnîşan kir ku Ocalan nêzî 7 sal in nikare bi parêzerê xwe re hevdîtinê çê bike û wiha got: "Parêzer 7 sal in ji bo bi muwekilê xwe re hevditinê çê bikin serlêdanan pêk tînin, lê hemû serlêdanên wan bi hincetên cuda tên redkirin. Her çend serlêdanên me bên redkirin jî em dê serlêdanên xwe yên hiqûqî berdewam bikin. Di serî de li ser Birêz Ocalan bi gelemperî li ser hemû girtiyên siyasî tecrîd û zext zêde dibin. Tecrîd her ku diçe li ser hemû girtiyan girantir dibe. Niha zext û ferzkirana cilên yek tîpî heye. OHAL'ê dirêj dikin. Niha di bin navê 'Têkoşîna bi terorê re' biryarên li dijî zagon û hiqûqê distînin. Tirkiyeyê dixin nava aloziyê. Ji bo Tirkiye ji nava vê aloziyê derkeve divê berî her tiştî tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. Ji bo tecrîd bi dawî bibe divê hemû hiqûqnasên li Tirkiyeyê destê xwe bidin hev û li dijî tecrîdê têkevin nava tevgerê. Li dijî tecrîdê Tirkiye bêdeng e. Lê divê kes vê yekê qebûl neke. Em îro li hemberî vê yekê bêdeng bin dê bê serê me jî. 

 

‘Pêwîste zext li Wezareta Dadê were kirin’ 

 

Parêzer Gunfer, da zanîn ku Ocalan bi fikrên xwe ji bo aştî û aramiya li herêma Rojhilata Navîn şensek mezin e û xwest her kes li vê şensê xwedî derkevin. Karadeniz, ji hikûmetê xwest ku rê li pêşiya hevdîtina bi Ocalan re veke û wiha got: "Li Tirkiyeyê herî zêde niha li ser girtiyan zext û zordarî pêk tê. Ger ku girtiyekî siyasî karibe bi parêzerê xwe re hevdîtinê çê bike divê Birêz Ocalan jî karibe bi parêzerê xwe re hevdîtinê çê bike. Divê baroyên Kurdistan û Tirkiyeyê zextan li Wezareta Dadê bike da ku hevdîtin pêk bê û tecrîd bi dawî bibe. Divê baro gavan bavêjin."  

 

'Divê her kes bikeve tevgerê' 

 

Karadenîz, herî dawî destnîşan kir ku kaos û aloziya li Tirkiye û Rojhilata Navîn bi diyaloga bi Ocalan û rakirina tecrîda li ser Ocalan pêkan e û wiha got: "Divê em parêzer û baro hemû bi hev re têkevin nava tevgerê. Divê her kes li dijî vê yekê tiştekî bikin. Ne tenê di milê hiqûqî de, divê rêxistinên demokratik jî têkevin nava tevgerê. Serlêdanên me bi hincetên vala tên redkirin. Divê CPT bi lezgîn biçe Îmraliyê ziyaret bike û raporê pêşkêşî raya giştî bike. Divê her kes ji bo aştiyê li Ocalan xwedî derkeve. Ger ku Ocalan azad be civak jî azad e. Ger ku Ocalan ne azad be dê şer hebe û alozî hebe. Di salên 2013-2015'an de ji ber diyalogê û rola Ocalan rewşa aboriyê baştir bû. " 

 

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ev 19 salin bi tena serê xwe di yek hucreyê de li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de tê girtin. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha parêzer nikarin biçin bi Ocalan re hevdîtinê çê bikin. Heyeta Îmraliyê ji 5'ê Nîsana 2015'an heta niha nikarin biçin Îmraliyê û herî dawî malbat jî di 11'ê Îlona 2016'an de bi Ocalan re tenê 50 deqîqe hevdîtin pêk aniye. Ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha bi tu awayî agahî ji Ocalan nayê girtin. Tevî ku malbat her hefte serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê didin û dixwazin hevditinê ç bikin jî serlêdana wan tê redkirin. Dîsa malbat jî her hefte serî li dozgeriyê didin û daxwaza malbatê jî tê redkirin. Heyeta Komîteya Astengkirina Îşkenceyê (CPT) jî heta niha der barê Ocalan de rapora xwe aşkere nekiriye û daxwaza ku CPT biçe Îmraliyê lêkolîn bike pêk neanîye.

 

Çavkanî: Ajansa Mezopotamya

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here