Sakîne û hevalên wê li Kelarê hatin bîranîn

65

 

 

BOTAN GERMIYANÎ/ GERMIYAN

 

Îro êvarê li navçeya Kelar a Germiyanê bi boneya salvegera komkujiya Parîsê ku têde sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, merasîmek bîranînê hate lidarxistin.

 

Di merasîma bîranînê de endama encûmeniya Rêveberiya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) Mihabad Fayîq axivî û got; “Sîstema desthilatdariya cîhanê cûdahiya neteweyan li dijî xwe weke metirsiyekê dibîne. Ji ber ku sîstema mêrsalarî ya serdest li ser kolekirina jinê pêş dikeve.”

 

Mihabad Fayîq wiha dewam kir; “Divê carek din di pêncemîn salvegera komkujiya Parîsê de vê pirsê bikin, çima Sakîne Cansiz û hevalên wê hatin hedefgirtin? Ji ber ku Sakîne bi têkoşîna xwe, têkoşîna azadiya jinê rêxistin kir. Piştî salên dirêj ên bêdengiya li hemberî hişmendî û kevneşopiya li Kurdistanê, Sakîne Cansiz bû pêşenga têkoşîna Kurd.”

 

 

Mihabad Fayîq di dawiya axaftina xwe de wiha got; “Weke Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê-RJAK’ê dinava hemû alozî û astengiyên civakê de çend roj pêş komkujiya Parîsê me 4’emîn kongreya xwe bi serkeftin lidar xist. Li ser bingehê biryar û armanca kongreyê, di salvegera komkujiya Parîsê de em soza xwe nû dikin. Li ser fikir, felsefe û rêbaza têkoşîna Sakîne, Fîdan û Leyla berdewam dikin û li ser vî bingehî şoreşa Başûr li gel şoreşa jinê serdixin.”

 

Di dawiyê de têkildarî têkoşîn û jiyana Sakîne Cansiz û hevalên wê sînevîzyon hate temaşekirin.

 

 

 

(sk)