Artêşa Iraqê li Xurmatû dest bi lêgerîna çek û teqemeniyan kir

61

 

 

HEWRÊ KIRÊKAR / KELAR  

 

Di 12'ê Çile de Hêzên Bersivdayîna Bilez ên Artêşa Iraqê bi tank û wesayîtên leşkerî derbasî nava navçeya Xurmatû ya Selehadînê bûn. Li gorî agahiyên Endamê Encumena Xurmatû Serdar  Ehmed dane ajansa me, îro li navçeyê dest bi pêngava lêgerîna çek û teqemiyan hatiye kirin.

 

Serdar  Ehmed got; "Niha vê hêzê li Taxên Tirkmena dest bi lêgerina malan kirine,  ji bo dîtina çek û teqemeniyan.  Gelek hêzên xwe li Xurmatû belav kirine. Li çend cihên sereke yên Xurmatû nuqteyên kontrolê danîne û ew wesayîtên gumana jê dibin kontrol dikin.

 

 

Îro herdû nuqteyên bajarokê Silêman Beg û Ser Meşruek ji destê  Heşdî Şebî wergirtine û kete destê  Hêzên Bersivdayîna Bilez de."

 

Hêjayî gotinê ye ku di 16'ê Cotmeha 2017'an de navçeya Xurmatû ji aliyê hêzên Heşdî Şebî û artêşa Iraqê ve ji Kurdan hate standin . Ji bo wê piraniya welatiyên Kurd ji navçeyê koçî herên din ên Başûrê Kurdistanê bûn.

 

(rn)