Cenazeyê kolberekî li ser sînorê Başûr û Rojhilat hate dîtin

46

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gor nûçeya qenala Tîlîgram Kolbernews belav kiriye, cenazeyê kolberê Kurd Suleyman Xizirî li ser sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de îro hate dîtin.

 

Têkildarî mijarê wiha jî hate gotin; “Pêş du rojan ji ber sermayê di navbera sînorê bajarê Pîranşar a Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de kolberek winda bibû. Îro jî cenazeyê wî hate dîtin.

 

Navê kolber Suleyman Xizirî ye, 40 salî bû û bavê 3 zarokan e.”

 

(sk)