ESER GEVER / MEXMÛR

 

Saziya Malbatên Şehîdan ya Mexmûrê duh bi beşdariya 400 delege û mêhvanên ji beşên din ên Kurdistanê û ji Şengalê 9. Konferansa xwe lidar xist û konferans wê îro heya êvarê jî berdewam bike. Mêhvanên ji Başûr, Rojhilat û Şengalê jî amade bûn û mêhvanên çav li rê bû ku ji Rojava werin jî weke her timî ji aliyê asayişa PDK’ê ve hatin asteng kirin.

 

Endamên Komîteya Amedekar ya Konferansê û mêhvanekî ji Şengalê di der barê girîngî û armanca konferansê de axivîn.

 

Endamê Komîteya Amedekar Hebeş Ergen: “Ev konferansa me ya 9. ji bo nirxandinê xebatên me yên du salan hate lidarxistin.  Encamên ku ji konferansê derkeve wê ji xebatên pêşerojê re bibe bingehek. Em dixwazin vê xebatê weke xebateke ku ji bo tevahî gelê me bibe nimûneyeke baş rêxistin bikin. Şehîd ne ayîdê malbatekî tenên, şehîdên hemû Kurdistanê ne. Di rojên Pêşiya me de jî emê bi keda malbatên xwe ev karê xwe baştir birêve bibin.

 

 

Mêhvanê ji Şengalê Hemed Bişar Xelef: “Em  li ser navê malbatên şehîdan yên Şengalê  tevlî konferansa Saziya Malbatên Şehîdan a Maxmurê bûn. îro ji me re derfetên mezin çêbûne û em ji salaya têkoşîna van şehîdên me îro tên gel hev. Armanca me jî ewe ku em weke malbatên şehîdan li hemû qadan têkoşîna xwe bilind bikin û karê xwe bimeşînin.”

 

 

Dayîka sê şehîdan

 

Endama Komîteya amedekar Fadîle Yilmaz: Ez hevseroka Saziya Malbatên Şehîdan û dayîka sê şehîdanim. Di serî de Rêber Apo û gerîlayên serê çiya slav dikim. Me bi vê  konferansê  xwest dema xebateen xwe dinirxînin parçeyên din yên Kurdistanê jî beşdar bibin û fikrê xwe bêjin. Lê ji ber astengiyên dijmin û neyaran,  hemû malbatên me beşdar nebûn. Lê  hemû  parçeyên Kurdistanê peyamên xwe şandin û ev jî ji bo me kêfxweşiyeke. Em dixwazin konferansa xwe di 3 rojan de biqedinin. Lê  taybet armanca me ewe ku em bi vê konferansê têkoşîna  xwe xurttir bikin. Emê  bi xebateen wisa yekîtiya gelee xwe çeebikin.

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here