Li Bexda teqîn: 2 kes mirin

46

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Di saetên êvarê de li Taxa Gorepanî Eden li bakûrê paytextê Iraqê Bexda teqînek çêbû.

 

Li gor nûçeya televîzyona Sumernews ku pişt dide serçaveyên ewlehiyê, teqîn êrîşek intiharî ye ku li Taxên Korepanî Eden li bakûrê Bexda çêbûye. Xwekuj dinava nivîlan de xwe teqandiye.

 

Her wiha hate diyarkirin ku ji ber teqînê 2 kesan jiyana xwe ji dest daye û 4 kes jî birîndar bûne.

 

(sk)