NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro şandek a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Hundir Kerîm Sincarî çû paytexta Iraqê Bexda. Şanda herêmê têkildarî civîna xwe ya li gel rayedarên hikûmeta Iraqê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

 

Şanda Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de wiha ragihand; “Ji bo çareseriya pirsgirêkên Herêma Kurdistanê li gel Bexda yên weke girtina deriyên sînor û balafirgehan îro şandek a hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Hundirîn Kerîm Sincarî serdana Bexda kir.

 

Di destpêka civînê de Wezîrê Hundirîn ê Iraqê bal kişande ser giringiya dewamkirina lidar xistina civînên wiha. Her wiha li ser pirsgirêkên li ser deriyên sînor, gomirk û balafirgehan guftûgo hate kirin. Daxwaz hate kirin ku ev li gor pîvanên pêkanîna destûr û yasaya federalî de bên çareserkirin.

 

Di guftûgoyên li gel rayedarên balafirgehên şaristanî, desteya Deriyên Sînor, Rêveberiya Bendavan, Dezgehên îstixbaratî li ser têgihiştinekî baş a navbera hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê de xalên giring derketin pêş.”

 

Di dawiya daxuyaniyê de wiha jî hate gotin; “Di dawiyê de herdû aliyan diyar kir ku ji bo gihiştina biryarek hevbeş li ser xalên hatine destnîşankirin roja Duşemê 15’ê Kanûna 2018’ê li Hewlêr lihevkirinek bê çêkirin. Her wiha ew pirsgirêkên pêwîstî bi biryara Desteya Wezîran a hikûmeta Federalî heye, bên şandina cihên peywendîdar. Cardin faliyetên li deriyên sînor, balafirgeh û bendavan bên destpêkirin.”

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here