HEWRÊ KIRÊKAR / KELAR

 

Li bajarokê Rizgarî ya Kelarê îro di saet 10:00'an de li Ofîsa Partiya Komunîsta Kurdisanê, Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) , Yekgirtû ya Îslamî ya Kurdistan, Komeleya Îslamiya Kurdistanê û Partiya Komunîsta Kurdistanê derbarê vegera koçberên Xurmatû û hilbijartinên bên de lihev civiyan.

 

Berpirsê Malbendî Hemrîn ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK)  Mela Kerîm piştî civînê daxuyanî da çapemeniyê û got; "Pênc partiyên Xurmatû ji derveyî Tevgera Goran  civiyan. Civîn li ser vegera koçberên Xurmatû bûn. Ji bo vegerin li ser warên xwe. Dîsan mijarek din a bi civînê bi yekgirtî û bi yek lîsteyê beşdarbûna hilbijartina parlamentoya Iraqê bû ku wê meha Gulanê pêk were."

 

Mela Kerîm axaftina xwe wiha domand; "Du encamên Encuma Xurmatû û Qeymeqamê Xurmatû Şelal Ebdul jî amade bûn. Ew gihiştin vê biryarê ku di van rojan de şandeyek a ji endamên Kurd ên Encumena Xurmatû û çend rêveberên din ên îdareyê û nûnerên aliyan serdana navçeya Xurmatû bikin. Wê ligel qeymeqamê bi wekalet bicivin û li ser vegera koçberan biaxivin. Bi mercê li navçeyê hêzekî niştîmanî bê cudahî hemû pêkhateyan biparêze."

 

 

 

Berpirsê Malbendî Hemrîn yê YNK'ê  Mela Kerîm eşkere kir ku divê piştî vegera koçberan ofîsên partiyan li Xurmatû werin vekirin û got; "Di civînê de em li ser vê yekê axivîn ku hêzên siyasî yên Kurd ên li Xurmatû bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinan parlamentoya Iraqê bibin. Gavên baş hatin avêtin, biryare îro careke din li ser vê mijarê bicivîn."

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here