NAVENDA NÛÇEYAN

 

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) daxuyaniyek di der barê hovîtiya dewleta Tirk li dijî şehîdgehên Bakurê Kuridistanê de pêk tîne weşand û got diviyabû li hember vêya hemû alema Îslamê rabûya serpiyan. CÎK’ê her wiha bang li wan misilmanên hê baweriya xwe û wijdanê xwe ji dest nedane kir û got,’’Ti gotineke we li dijî van kirinan nîn e? Ti emelê we wê çênebe?’’

 

CÎK’ê bal kişande ser kirinên Erdogan û got, ‘’Firewnên bi destnimêj ên ku çavên wan goristanan jî bar nabin her roj kirineke dî ya dermirovî dikin, Erdogan û derdora wî ya ku alema Îslamê kirine gola xwînê, diyar dibe ku damezirînerê DAÎŞ’ê ne û kirinên wan ji yên DAÎŞ’ê xedartir, hovtir in û bi êrîşên li ser hestiyên mirovên mirî jî ev diyar kirine. CÎK’ê got tolhildana ji hestiyên mirovan û ji terman ji serdema cahiliyê maye.

 

CÎK’ê bi berdewamî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev kirinên Erdogan û dewleta Tirk kirinên Ebû Cehil, Firewn û Nemrûd in, muşrîkên ku êrîş bi ser pêxemberê Îslamê de dianîn, dema ku li qada şer dihatin kuştin, pêxember bi hevalên xwe re ew vedişartin û meydana şer berdidan.

 

CÎK’ê got ên ku çavên wan li mirî û hestiyên Kurdan bar nabin tiştek ji Îslamê wernegirtine û got, piştî ku ev êrîşa hovane ya li Bedlîsê û Gimgimê ji hêla destnimêjgirtiyan ve hate kirin diviya alema Îslamê rabûya qiyamê û got, ‘’Gelî Misilmanên dirûst ên ku hê bawerî û wijdanê xwe bi temamî ji dest nedane, li dijî van kirinên serdema cahiliyê ti gotinên we nîn in?’’

 

CÎK’ê bal kişande ser bêdengiya li dijî hovîtiya li ser goristanên Garzanê û Gimgimê û got, ‘’Erdogan û tîma zebaniyan ji we wêrek dibin, ew qasî ketine ku êrîşê bi ser hestiyên mirî û goristanan de dibin. Ên ku destekê didine vê zilmê û bêdeng dimînin, gelo ti têkiliya we bi dînê Allah re maye? Ti wateya nimêj, rojî û hecê ya wan kesan û civakan ku ji Îslamê derketine, li cem Allah heye?’’

 

CÎK’ê herî dawî got, ‘’Gelê me yê hêja! Allah û Îslamê cîhada li dijî van derdorên hov û barbar ên dijminê Allah û Îslamê, têkoşîna li dijî van kiriye nesîbê we. Ev ji bo me azmûnek e. Ji bo ku em ji vê azmûna Îlahî serketî derbas bibin divê em bi dil û can bixebitin. Li her deverê divê Ebû Cehil, Firewn û Nemrût werin berterafkirin. Ji bo namûsa mirovahiyê û Îslamê li dijî van zaliman li her deverê divê em têbikoşin. Zalim nexwazin jî Allah wê nûra xwe temam bike. Ji bo zaliman bijî dojeh!’’

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here