DAIŞ’ê êrîşî hêzên Iraqê yên li Mexmûr kir

49

 

 

 

QEREÇÛX ENWER / HEWLÊR

Li gorî agahiyên ji polîsên federal ên li Mexmûr hatine girtin, îro di saet 13:30'an de çeteyên DAIŞ'ê bi wesayîtekî bombebarkirî a xwekujiyê êrîşî nuqteya Quşne ya dikeve di navbera navçeya Mexmûr û bajarokê Baqirtê kirine û pişt re jî di navbera çeteyên DAIŞ'ê û hêzên Iraqê de şer qewimî ye.

 

Li gorî heman çavkaniyê ji herdu aliyan kuştî û birîndar hene.

 

Nuqteya gundê Quşne 3 kêlometreyan ji navçeya Mexmûr a Mûsilê dûre.

 

Di 17'ê Cotmehê de hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê navçeya Mexmûr vala kirin û hêzên Iraqê û Heşdî Şebî ketinê.