‘Divê aliyên siyasî bi berpirsyariyên xwe yên netewî rabin’

33

 

CÎHAD HEWRAMÎ / HELEBCE

Mamostayê Beşa Zanista Civakî ya Zanîngeha Helebce Osame Eşref û çalakvan Yasîn Nadir têkildarî girîngiya yekîtiya gelê Kurd û lidar xistina kongreya netewî axivîn û bang li aliyên siyasî kirin ku bi berpirsyariyên xwe rabin.

 

Mamostayê Beşa Zanista Civakî ya Zanîngeha Helebce Osame Eşref: Herêm û giştî Rojhilata Navîn berbi guhertinan ve diçe. Kurd jî di nava van guhertinan de ye. Ji lewma divê Kurd jî xwe biguherin û di vê serdema guhertinan de bibin xwedî destkeftiyên mezin. Yekane rêya çareseriyê lidarxistina kongreya netewî ye. Ancax hêzên Kurd bi vê rêyê kom bibin û bikarin ji van guhertinên ku rû didin sûd wer bigirin.

 

 

‘Divê hemû hêz beşdar bibin’

 

Pêwîste hemû hêz beşdarî xebatên yekîtiya netewî bibin. Ji bo ev kongre serbikeve divê berjewendiyên xwe yên şexsî û hizbî bidin aliyekî da ku gelê me bikare ji van krîz û aloziyan rizgar bibe.

 

‘Wê peywendiyan bihêz bike’

 

Wê yekîtiya netewî bibe sedem ku peywendiyên di navbera hêz, aliyên siyasî, netewe, baweriyan de bihêztir bibe. Pêkhatina yekîtiya netewî wê pirsgirêkên di navbera çar parçeyên Kurdistanê de çareser bike û dê wana ji êrişên derve dûr bigire.

 

‘Hêzên Kurdî ne yekgirtîne’

 

Çalakvan Yasîn Nadir: Hem di asta parçeyan de hem jî di asta giştî Kurdistanê de aliyên siyasî ne hevgirtîne. Xebatên ku ev çend sale ji bo yekîtiya netewî tên meşandin başe û gaveke girînge.

 

 

Hinek partî çima beşdarî şêwra netewî nebûn û nabin?

 

Ji ber berjewendiyên xwe yên taybet ên aborî-siyasî û peywendiya wan a li gel welatên dijmin bû beşdarî şêwra netewî nebûn.  Heya destê derve bikeve nava mijarê û berjewendî derkevin pêş wê Kurd negihijin armanca xwe. Ji derveyî kongreya netewî û pêkhatina yekîtiya çar parçeyên Kurdistanê ti hêviyeke çareseriyê ya Kurdan nemaye.  Ji lewma divê hemû partî û aliyên siyasî biberpirsyar tevbigerin û beşdarbuneke bi bandor nîşan bidin.”