Ebadî ‘Koalîsyona Serkeftina Iraqê’ ragihand

16

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Ofîsa ragihandinê ya girêdayî Serokwezîriya Iraqê ragihand ku Serokwezîr Heyder Ebadî ji bo hilbijartinên Iraqê ku biryare di 12’ê Gulana 2018’an de were kirin bi koalîsyona Fetih a Serokê Rêxistina Bedir ku beşeke ji Heşdî Hebî re bû yek û ‘Koalîsyona Serkeftina Iraqê’ ragihand. Wê Ebadî û Rêxistina Bedir bi lîsteyeke hevpar beşdarî hilbijartinên Iraqê bibin.

 

Ji derveyî van her du koalîsyonan di nava ‘koalîsyona Serkeftina Iraqê’ de Encûmena Bilind a Îslamî û çend aliyên Şîe jî di navê de cih digirin.

 

Li gorî Malpera Sumeriye, Heyder Ebadî weke serokê lîsteyê hatiye hilbijartin û dixwazin bi hêzekî mezin beşdarî hilbijarên ku wê di meha Gulana îsal de pêk werin bibe.

 

Her wihi Hizba Dewa ya Îslamî ya Iraqê ku Nûrî Malîkî û heyder Ebadî endamên wê ne bû du beş. Wê bi du lîsteyên cuda beşdarî hilbijartinê bibe.  Nurî Malîkî wê bi navê hevpeymana  'Dewleta Yasa' beşdarî hilbijartinê bibe. 

 

Cîgirê Serokomarê Iraqê Eyad Elawî jî, li gel Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî û Serokê Hevpeymana Erebên Sune Salih Mutleq hevpeymanek pêk anîn.