NAVENDA NÛÇEYAN

 

Ciwanê Kurd ê bi navê Saro Qehremanî (24) ku li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hate binçavkirin, li Girtîgeha Îtlaetê ya Sine jiyana xwe ji dest daye û şevê din Îtlaeta Sine ji malbatê re gotin werin cenaze bigrin. Hêzên îtlaeta Îranê îro jî rê nedan malbatê ji bo Saro Qehramanî yê bi êşkenceyê hatî kuştin sersaxiyê deynin.

 

Piştî ku Şaxê Wezareta Îtlaetê ya Sineyê  rê neda li mizgefê tazî ji bo Saro were danîn, malbatê li mal tazî jê re danin.

 

Çalakvanên sivîl ên Sineyê jî bang li gel kirin ji bo sersaxiyê biçin mala malbata Saro Qehremanî.

 

Navnîşana sersaxiya ji bo Saro Qeremanî wiha hate ragihandin; "Meydana Nibwet, Cadeya Sîrûs, Girê Beharmest, kolana Mizgefta Sedîqiye.

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here