ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

 

Hunermend û welatparêzê mezin yê Kurd Kerîm Kaban di temenê 89 salî de li bajarê ku çavê xwe li jiyanê vekiribû, di 14'ê Çileya 2016’an de li Nexweşxaneya Şar a bajarê Silêmanî çû ser dilovaniya xwe. Kaban jî mîna gelek hunermendên giranbûha bi berhem û keda xwe ya di ber hunera Kurdî ku rû be rûyê qirkirinê bû nemir kir.  

 

Kerîm Kaban kî ye?

 

Abdulkerîm Celal Mahmût Azîz Kaban (Kerîm Kaban) di sala 1927'an de li taxa Şêxan a navçeya Silêmaniyeyê ji dayîk bû. Kaban perwedeya xwe ya destpêkê li medreseyê dît. Kaban di 7 saliya xwe de li Dibistana Seretayî ya Faysal dest bi perwerdeyê kir û ji ber bala wî li ser muzîkê bû, di emrekî biçûk de derket ser dikê. Di sala 1941'ê de di radyoya Silêmaniyeyê de stran got. Di sala 1945'an de bû edîtorê beşa Kurdî ya radyoya Bexdayê. Konsera xwe ya destpêkê jî di heman salê de li Bexdayê da. Kaseta xwe ya destpêkê, ku ji 8 berheman pêk dihat bi navê "Rêya Evîndaran" derxist.

 

‘Rejîma Baas birayê wî darve dike’

  

Ji ber Kurdbûyîna xwe gelek caran ji aliyê rejîma Baasê ya Iraqê ve hat binçavkirin. Di salên ciwantiyê de, malbata wî ji aliyê rejîmê ve sirgûnî başûrê Iraqê hat kirin. Di 28'ê Sibata 1981'ê de birayê wî Kadîr Kaban ji aliyê rejîma Iraqê ve hat binçavkirin û di 1'ê Tîrmeha 1981'ê de rejîma Iraqê ji malbata Kaban re ragihand, ku kurê wan hatiye îdamkirin. Nedana cenazeyê Kadîr Kaban hem li cem wî hem jî di nava malbatê de rê li ber birînên mezin vekir.

 

Berhemên Kerîm Kaban

 

20 stranên hunermend hene ku bi xwe nivîsandiye û gotine hene. Ji nava van stranên herî navdar, ku ji aliyê gelek hunermendan ve jî hatine gotin, 'Yaran Wesyetim, Şemî Şevan û Teman' e.

 

Dema dijiya peykerê wî hat çêkirin

 

Hunermendê Kurd Kerîm Kaban, ji ber berhemên xwe û keda daye muzîka Kurdî, hînê sax bû peykerê wî hat çêkirin. Ev peyker li Parka Azadî ya li Silêmaniyeyê hatiye çikandin. Her wiha Şaredariya Silêmaniyeyê bi navê 'Kerîm Kaban' parkek çêkir.

 

Kerîm Kaban endamê koma muzîkê ya Silêmaniyê û endamê sendîka hunermendên Kurd bû. Ji ber xebatên wî yên muzikê gelek caran ji aliyê wezareta çand û hunerê ya Iraq û Herêma Kurdistanê ve hatibû xelat kirin.

 

Belgefilmek bi navê ‘Temen’ li ser jiyana Kerîm Kaban hatiye çêkirin.

 

Kerîm Kaban çend salan ji destê nexweşiyê êşên mezin kişand, heya ku di 14’ê Çileya 2016’ê li temenê 89 salî  û piştî 70 sal xizmeta ji bo hunera Kurdî, li Nexweşxaneya Şar a bajarê Silêmanî ku di heman demê de li vî bajarî çavê xwe li jiyanê vekiribû koça dawî kir. Bi merasîmek heybet li Goristana Seywan a Silêmaniyê hate oxir kirin. Hezkiriyên Kaban her sal wî bi bîr tînin. 

 

(sk)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here