‘Kongreya netewî ya Kurd derfeteke zêrîn pêşkêş dike’

45

 

ZOSIK BALEK / SORAN

Welatî û çalakvanên medenî yên herêma Soran û Belakayetî derbarê girîngiya lidar xistina kongreya neteweyî de axivîn û bang li hemû hêzên Kurdî kirin ku ji bo kongreya netewî bixebitin û gotin kongre derfeteke zêrîne.

 

 ‘Kongreya netewî derfeteke zêrîne’

 

 

Çavdêrê siyasî Hemîd Rustî yê ji herêma Soran: Kongreya neteweyî di nava hemû hêzên Kurd de derfetekî zêrîne, lewra li gorî min pêwîste hemû partiyên siyasî beşdarî vê kongreyê bibin. Wê ev kongre ji cîhanê re îspat bike ku Kurd di nava xwe de gelekî yekgirtî ne. Di kongreya neteweyî de Kurd dikarin hemû mijarên neteweyî nîqaş bikin û çareser bikin. Her wiha wê pêşî li hêzen derve bigire ku nekarin destwerdan li Kurdistanê bikin.

 

‘Kongre dikare hemû hêzên azadîxwaz û Kurdî kom bike’

 

 

Çalakvan Celal Îbrahîm: Di vê demê de lidarxistina kongreya neteweyî di nava aliyên siyasî de girînge. Ji ber ku kongreya neteweyî wê bibe sedema komkirina hemû hêzên Kurd û azadîxwazan. Pêwîste piştî van rêze têkçûnên li Başûrê Kurdistanê, hêzên siyasî yên Kurd alîgirên daxwazên gel bin ku daxwaza yekgirtin û yekrêziya her çar parçeyên Kurdistanê bikin.

 

‘Xeta hinek hêzên binket,dixwazin xeta yekîtiya netewî jî binbikeve’

 

 

Çalakvanê medenî Helo Mela Qesreyî: Ew hêzên ku heya niha nêzî pêk hatina  kongreya neteweyî nebûne, ji ber xeta wan binket, dixwazin xeta yekîtiya netewî jî binbikeve. Ev çûyîna ser xeta dijmine. Ji bo berjewendiyên gel divê dest ji vê eqliyetê berdin. Divê em ji bo serkeftinê tev bi hev re beşdarî kongreya netewî bibin û yekîtiya xwe nîşana dijminê xwe û cîhanê jî bidin.