Nasnameya çalakgerekî din yê hatibû qetil kirin eşkere bû

33

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeyeke Kolbernews weşandiye rejîma Îranê ciwanekî çalakger yê Kurd ku bi navê Kiyanûş Zendî ye di dema xwepêşandanên bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê de bi guleya rast kuştine.

 

Rayedarên rejîma Îranê gef li malbata Kiyanûş Zendî xwarin ku di der barê sedem û şêweyê kuştinê de ti agahiyek bi ti awayî belav nekin.

 

Her wiha ji wana re jî gotine ku ew tenê dikarin rojek taziye ji bo kurê xwe deynin.

 

Sersaxiya Kiyanûş Zendî îro li Mizgefta Firce ya bajarê Sine yê pêk hat.