Parlementerê Iraqî ji Ebadî xwest ku zextên aborî li Tirkiyê bike

40

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterê Koma Dewleta Yasa ya Parlamentoya Iraqê û Endamê Komîsyona Zîraet û Jêderên Avê Mensur Beycî têkildarî jêderên avê ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de daxuyaniyek da.

 

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Ji bo ava tê welatê me zêde bibe divê Ebadî zextên aborî jî di navê de gelek zextan li dewletên ku av ji welatê wan tê Iraqê bike û hemû kartan bikar bîne. Bi taybet jî van zextan divê li Tirkiye bike.

 

Beycî ragihand ku wan ji bo çareserkirina pirsgirêka avê berê niha gelek caran civîn li gel Wezîrê Çavkaniyên Ava Iraqê kiriye û Wezîr jî çend caran li berpirsên peywendîdar yên Tirkiye civiyane. Lê heya niha ti encam ne hatiye girtin.

 

Mensur Beycî daxwaz kir ku zextên aborî li Tirkiye were kirin û got: “Pêwîste zextên aborî li vî welatî bikin. Niha Iraq pirsgirêka avê dijî. Ev jî ji şerê li dijî DAIŞ’ê kêmtir nîne. Ev dewletên ku av ji welatê wan tê ji Iraqê re bûne sedem ku hemû zevî û ziraetên Iraqê hişk bibin.”