Rejîm du ciwanên din jî bi êşkenceyê qetil kir

56

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî agahiyên Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê dane, duh ciwanê Kurd ê bi navê Saro Qehremanî (24) ku li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hatibû binçavkirin, li Girtîgeha Îtlaetê ya Sine jiyana xwe ji dest daye û ji malbatê re hate gotin werin cenaze bigirin.

 

Qehremanî beriya niha 11 rojan di xwepêşandanan de hatibû binçavkirin û li Girtîgeha Sine dihate girtin. Hat ragihandin ku hêzên rejîma Îranê duh bi telefonê li malbata Qehremanî geriyane û ji wan re gotine ku werin cenazeyê kurê xwe bigrin.

 

Her wiha li gorî çavkaniyan, li Girtîgeha  Çalûs a li wîlayeta Mazenderan a li bakurê Îranê jî, aktîvîstekî din hate kuştin. Ciwanê bi navê Elî Pûladî yê 26 salî ku li vê wîlayetê di çalakiyan de hate binçavkirin, li zîndanê bi êşkenceyê hate qetil kirin.

 

Li gorî daneyên fermî, ji 28'ê Kanûna 2017'an dema destpêkirina çalakiyên gel ên li gelemperiya Îranê, 22 kesan jiyana xwe ji dest dan, nêzî 3 hezar û 700  kes jî hatin binçavkirin.

 

Agahiyên li ser êşkenceya li binçavan li girtiyan tê kirin, zêde bûne. 10 rojên dawî 7 kes bi êşkenceyê li zîndanan hatin qetil kirin.

 

Çend roj berê Sîna Qenberî (23) li Girîgerha Êvîn a Tehranê, Mihmed Haydarî (22) li Girtîha Erakê û Mohsen Edelî (26) li Girtîgeha Dezfûl a li Ehwazê ji ber ku tevlî çalakiyan bûn bi êşkenceyê hatibûn kuştin.

 

Wekî din, yek ji parêzvanên mafên mirovan ên navdar li Îranê parêzer Nesrîn Stûde jî çend roj berê ji televîzyona Îran International re da xuyakirin ku 2 ciwan li girtîgehê jiyana xwe ji dest da ne.