HEWKAR MISTEFA / HELEBCE

Rojnameger û çalakvanên bajarokê Şarezûr têkildarî tecrîda girankirî ya ku demeke dirêje hikûmeta AKP'ê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku  ji Îlona 2016'an ve agahî jê nayên girtin, dide meşandin, axivîn.

 

‘Ji bo azadiya gelê Kurd dixebite’

 

 

Rojnameger û çalakvan Yehya Hebîb: Ji ber xebatê ji bo gelekî ku zilm lê hatiye kirin dike, ji ber wê evçende di girtîgehê de tê girtin. Ji bo gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê azad bibe û ji bin destê dagirkeran rizgar bibe, dixebite. Lewra erka her Kurdekêye xwedî lêderkeve û bi têkoşîna ji bo azadiya Ocalan zext li aliyên peywendîdar bikin.

 

‘Tenê Ocalan dikare guhertinan li herêmê çê bike’

 

Yekane Rêberê ku bikare guhertinan li herêmê çêbike, Ocalan e. Dema em li rewşa herêmê û bi taybet jî li rewşa siyasî ya gelê Kurd temaşe dikin, yekane Rêberê ku bikare guhertinan li herêmê de çêbike û Rêbertiyê ji çar parçeyên Kurdistanê re bike Ocalan e. Ji ber azadiya Ocalan dikare ji bo pêşeroja gelê Kurd û gelên herêmê guhertinên mezin çêbike.

 

‘Gelê Kurd Ocalan weke Rêberekî netewî dibînin’

 

 

Çalakvan Herêm Ebdulrehman: Armanca dewleta Tirk a ji girtin û tecrîd kirina Ocalan bêdengkirina gelê Kurd a li çar parçeyên Kurdistanê ye. Ji ber gelê Kurd Ocalan weke Rêberekî netewî dibînin. Ji lewma azadiya Ocalan ji bo bi hev re jiyan kirineke aşitiyane ya çar parçeyên Kurdistanê gelek girînge. Gelek girînge ku bi rêya konsolosxane û sefîrên welatên biyanî ji bo azadiya Ocalan zext li dewleta Tirk were kirin."

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here