ROJNEWS/MEXMÛR

 

Saziya Malbatên Şehîdan ya Mexmûrê encamnameya 9’emîn Konfaransa Malbatên Şehîdan eşkere kir. Saziya Malbatên Şehîdan ya Wargeha Penaberan ya Mexmrûrê (Şehîd Rûstem Cûdî)  di 12’ê Çileya 2018’an de bi tevlîbûna 400 delegeyan û mêvanên ji Rojhilat, Başûr, Şengalê konferansa xwe lidar xist.

 

 

Di konfaransê de rewşa Siyasî, rêxistinî, bîrdozî û kar, xebatên du salan ku Saziya Malbatên Şehîdan daye meşandin hat guftogokirin. 9’emîn Konfaransa Saziya Malbatên Şehîdan dy rojan berdewam kir. Di dawiya konfaransê de du hevserok jî di navê de  27 kes ji bo meclîsê hate hilbijartin.  

 

Piştî hilbijartinên Meclîsa Saziya Malbatên Şehîdan axaftina girtinê ji aliyê Rêveberiya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Doxan Îsyan ve hat kirin û got: “Em 9’emîn Konfaransa Saziya Malbatên Şehîdan diyarî Rêber Apo,Şehîd û malbatên Şehîdan dikin. Dû roj konfaransa me berdewam kir di vê Konfaransê de gelek nîqaş li ser xebatê hate meşandin û  û biryar hatin girtin.”

 

 

Doxan Îsyan di berdewamiya axaftina xwede wiha got: “ Me sala 2018’an bi konfaransa Saziya Malbatên Şehîdan despê kir, ji bo vê yekê, divê em hemû bi dil û can tevlî Sîstema Demokratîk ya n bibin, da ku bikarin ji Rêber Apo û Şehîdên xwe re bibin bersîv.”

 

Îsyan bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “ Em di wê hêviyê dene kû ew biryarên kû me di dû rojan de nîqaşkirine û girtiye di pêşerojêde bikeve meriyetê û wê ji bo pêşerojê bibe bersîv.

 

9’emîn Konfaransa Saziya Malbatên Şehîdan ya  Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namire’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here