Tevgera Îslamî hilbijartinên Iraqê boykot kir

64

 

CÎHAD HEWRAMÎ / HELEBCE

 

Berdevkê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Kamil Mehmûd îro li Ofîsa Tevgera Îslamî ya Kurdistanê ya Helebce bi civîneke çapemeniyê helwesta partiya xwe ya fermî ya têkildarî beşdarbûna Kurdan a di hilbijartinên giştî yê Iraqê de ku wê di 12'ê Gulanê de pêk were eşkere kir.

 

Berdevkê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Kamil Mehmûd eşkere kir ku wê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê bi ti awayekî beşdarî koalîsyonên aliyên siyasî yên ji bo hilbijartinê hatine avakirin nebin û wê bi lîsteyekî serbixwe jî beşdarî hilbijartinan nebe.

 

Mehmûd destnîşan kir ku Kurd bi parçebûyî diçin Bexda û wiha got;"Her hêz, yan her çend hêzek cuda û ji bo berjewendî û armancên xwe li gel hikûmeta navendî tevdigerin. Siyaseta yekgirtina Kurdan û helwesta Kurdayetiyê û bi taybet helwestekî zelal a fermî ya desthilatdariya Kurdan li holê nîne."

 

Berdevkê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Kamil Mehmûd diyar kir ku daxwaza aliyan a ji bo beşdarî koalîsyonên wan ên cuda bibin red kirine û wiha dawî li axaftina xwe anî; "Her yek ji van koalîsyonên siyasî yên Kurdistanê ji bo hilbijartinên Iraqê dixwazin hinek post û kursiyan di nava parlementoyê de bidest bînin. Lê ev dîsa jî venagera rewşa beriya pêvajoya 16’ê Tîrmehê.”

 

Biryare di 12'ê Gulana îsal de li Iraqê hilbijartina parlamentoyê pêk were. Heya niha bi fermî li Herêma Kurdistanê yek koalîsyon hatiye ragihandin. Ew jî ya Tevgera Goran, Komeleya Îslamiya Kurdistanê û Eniya Hevpeymaniya ji bo Demokrasî û Dadperweriyê ye.