XwepêşandanênTûnisê hikûmetê neçarê reforman kir

18

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Şevê din Hikûmeta Tûnisê ragihand ku çend bername û pêşniyar qanûn pêşkêşê parlementoya Tûnisê kirine ku di der barê reformên aborî, xizmetgûzarî û niştecih bûnê û alîkarî dayîna welatiyên hejar de ye.  

 

Ev hefteyeke gelê Tûnisê li dijî rewşa xirab ya aborî û hejariyê xwepêşandanên nerazîbûnê raber dikin.

 

Di encama van xwepêşandanan de zêdeyî 600 xwepêşander ji aliyê hikûmetê ve hatin binçav kirin.

 

Di destpêka îsal de biryar hate dayîn ku zem bixin li ser sotemenî, wesayît, înternet û her weke din. Ji ber vê sedemê gel li dijî ev biryara zem danîna ser gelek tiştan xwepêşandan lidar xistin. Di encama nerazîbûnên gel de hikûmet neçar ma ku biçe hinek reformên aborî û xizmetgûzarî.