Yekgirtû li benda bersiva hikûmetê ye

19

 

 

ROZE MIHEMED/ SILÊMANÎ

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê di 24’ê Kanûna 2017’ê de di daxuyaniyeke çapemeniyê de çend daxwaz pêşkêşê hikûmetê kir, ji bo man yanî nemana nava hikûmetê de.Yekgirtû bi vê armancê jî komîsyonek ava kir.

 

Endamê vê Komîsyonê ya Yekgirtûya Îslamî parlamenter Şêrko Cewdet têkildarî mijarê wiha axivî: “Em li benda bersiva fermî ya hikûmetê ne. Me ji wan daxwaz kiriye bi nivîsek fermî bersiva daxwazên me bidin.”

 

 

Şêrko Cewdet ev jî got; “Biryara dawî ya li ser mijarê wê rêveberiya Yekgirtû bide.”

 

Hêjayî gotinê ye ku di encama nerazîbûnên gelê Başûr li hember siyaseta şaş ya partiyên siyasî û hikûmetê de Tevgera Goran û Komeleya Îslamî neçar man ku di 20’ê Kanûna 2017’ê de xwe ji hikûmetê vekişîn. Yekgirtûya Îslamî jî hîn biryara xwe ya man yanjî nemana nava hikûmetê de zelal ne kiriye.

 

Yekgirtû ji bo man yanjî nemana nava hikûmetê de çend şert pêşkêşê hikûmetê kiribû û gotibû emê li gorî bersiva hikûmetê biryara xwe ya dawî bidin.  

 

Şertên Yekgirtûya Îslamî jî evin: “Ji bo lêkolînkirina li ser xwepêşandanên li navçe û bajarên Herêma Kurdistanê yên di 18’ê Kanûna 2017’ê de destpê kirin, komîsyonek bê avakirin. Her wiha ji bo berdana xwepêşander û kesên bê sûc hewldan bên dayîn. Hikûmet bersiva xwepêşanderan bide û rewşa dorpêça leşkerî (awerte) li bajarên Herêma Kurdistanê nemîne.”

 

Li gor rapirsiyek (anket) ku Yekgirtû di nava endamên xwe de çêkiriye, ji sedê 80’ê endamên Yekgirtû dixwazin hizba wan ji hikûmetê vekişe.

 

Gel ji hikûmeta Herêmê neraziye û ji ber siyaseteke nebaş û gendeliyê hemû partiyên di nava hikûmetê de rexne dikin û Yekgirtû jî yek ji van partiyane ku piştî 4 sal di nava hikûmetê de li ser rexne û nerazîbûnên tund yên li dijî hikûmetê de got, dibe ku ji hikûmetê vekişin. Lê ew jî hê ne diyare.

 

Xwepêşander ji bo nerazîbûn nîşana siyaseta şaş û desthilatdarparêz yên Başûr bidin avahî û baregehên gelek partiyan şewitandibûn ku yek ji van partiyan jî Yekgirtûbû ku avahiyên wan jî hate şewitandin.

 

(sk)