Gerîla TV dîmenê çalakiya li herêma Petrutê weşand

47

           

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:

 

"28'ê Kanûnê, saet 09:20'î hêzên me bi derbên xurt li leşkerên dijmin ên li Çelê ya Colemêrgê li ser girê Şehîd Cûdî yê li herêma Petrutê bûn, xistin. Di çalakiyê de çepera hêzên dijmin bi temamî hate rûxandin û bi qasî ku hate tespitkirin 3 leşkerên dijmin mirin.

 

Saet 10:20'î helîkoptereke bi tîpa Skorsky û komek ji leşkerên dijmin ên dagirker xwestin leşkerên xwe yên mirî û birîndar ên li ser girê Şehîd Cûdî rakin. Hêzên me li van jî dan.

 

Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin."

 

Ji bo dîmen vir klîk bikin…