Girtiyê siyasî Ramîn Hisên şandin Dadgeha Şoreş a Sine

56

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gor ew agahiyên birayê Ramîn Hisên Penahî, Emced Hisên Penahî belav kirine, îro Ramîn hatiye şandina Dadgeha Şoreş a li Sine û destûr nehat dayîn ku malbat tevlî runiştina dadgehê bibe.

 

Emced Hisên Penahî wiha jî got; “Di dema Ramîn birin ji bo dadgehê de, me tenê karî çend kêliyan bibînin. Ramîn bi êşek zêde ya gurçik ketiye û li gel vê jî ew şandine dadgehê.”

 

Şandina Ramîn Hisên Penahî di demek de ye ku 6 mehin dibin çavan de tê ragirtin û ji wê demê ve li girtîgeha bajarê Sine a Wezareta Îtlaata Îranê dima û hemû cûre êşkence li ser hatine kirin. Ramîn pêş çend rojan hate şandina girtîgeha Navendî ya Sine.

 

 Her wiha yasanas jî dibêjin ku di dema Ramîn li girtîgeha Îtlaatê de bûye, destûr nedidan parêzerê wî biçe gel, bi êşkence û zextên zêde îfadeyên wî wergirtine. Ti ji wan sûcên ku îro Dadgeha Şoreş bixwaze li ser Ramîn binivîse, ne yasayî ne û dadgeh ne şerîetiye.

 

Hêjay gotinê ye ku di 23’ê Hezîrana 2017’ê de desteyek çar kesî ya pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşanî Kurdistan-Îran li nav bajarê Sine  ketine kemîna Sopay Pasdarên Îranê. Di encamê de 3 pêşmerge şehîd bûn û pêşmergeyek jî bi navê Ramîn Hisên Penahî bi birîndarî kete destê wan.

 

(Ramîn Hisên Penahî)

 

(sk)