Ji zimanê dayîkek Mexmûrî çîroka penaberiyê

37

XURBET TALLÎ/MEXMÛR

 

Yek ji dayîka penaber Fehîme Hilalî ya li Wargeha Penaberan a Rustem Cûdî (Mexmûr) dijî, têkildarî jiyan û rêwîtiya xwe ya penaberiyê axivî. Dayîka Fehîme ku li ser axa xwe penabere şahîdiya gelek êrîş, êşan kiriye. 

 

Çîroka penaberiyê wiha destpê dike:

 

 

Navê min Fehîme Hilalî, dema em li gund bûn  jiyana me hemû li ser xwedîkirina pez û çandiniyê bû. Wekî her malbatekî debara me jî li ser xwedîkirina pez bû. Pezê me pir zêde bûn. Ji bo wê jî pêwîstiya me bi şivanan hebû. Her seharê bi berbanga sibê re me pezên xwe ji govê derdixist û ber bi zozanan ve rê dikir. Şivanên gundê me digîştin hevdû pezê gund hemû komê serhev dikirin û li deşt û çiya diçêrandin. Ji ber ku pezên me derve diçeriyan li deştu, çiya digeriyan û her wextê gihayê şîn û xweş dixwarin tama şîr, penîr û goştê wan jî pir xweş bû.

 

‘Tişteke me dişibiya yên niha’

 

Yek tiştên me ne dişibiya demê anha.  Dema em niha berê xwe didin pezê vêderê em tu tamê ji tu tiştên wan nagirin.  Ev der ti caran nabe weke gundê me. Ji ber ku lawirên ku em li vir xwedî dikin tenê di govan de jiyan dikin. Deverekî ku em pezê xwe bibin lê bi çêrînin tuneye. Gundê Hîlal gundekî pir xweş û geş bû. Xwedî bedewî û hişînkahiyeke heta bêjî bedew sipehî bû. Bi kanî û geliyê xwe yê boş (xurt) ji her cûre şînatiyê re bi bû mesken. Gundê me hem ji bo mirovan hem jî ji bo lawiran kaniya jiyanê bû.

 

‘680 mal li gundê Hîlal hebû’

 

Di gundê Hîlal de 680 mal hebû. Gundekî ku di nava sê geliyan de cih digirt, çûyîn û hatina gundiyên di Hîlal de piranî li ser rêya wan geliyan bû. Cîranê gundê Hilal gundê Mijîn, Şêxan û aliyê din jî bi zozanê Wargê Sîpo re hatibû dorpêç kirin. Zozanê Wargê Sîpo xemlekî dida gund. Gundê Hîlal, gundekî ku ji aliyê avhewaya xwe ve mirov dikare bêje hema hemû cûrên şînatiyan lê şîndibû. Ev şînatî jî ji hemû nexweşiyan re derman bû. Werza biharê de weke qûrat, sîr, kerenk, tirşok, karî, tolik û gelek şînatiyên din li gundê Hilal şîn dibû. Bi saya wan şînatiyan û avhewaya wêderê, em zû bi zû nexweş nedibûn. Jixwe li wêderê me ne dizanî nexweşiyên weke yên ku niha derdikevin; tansiyon, şekir, nexweşiya dil û hwd.çiye û çawe ye? Ji derveyî xwarin û vexwarina wê derê, avhewaya wê tenê dermanê hemû nexweşiyan bû.”

 

‘Her tişt xwemalî bû’

 

Dema em li gund bûn, me ji derveyî hinek erzaq û cilûberg tiştek din nedikirî. Ji  ber ku me hemû pêwîstiyên xwe yên xwarinê bi derfetên ku di destê me de heyî pêk danî. Li gorî her werzekê salê em di nava liv û tevgerê de bûn.  Ji ber ku wekî niha derfet di destê me de nebûn. Li gorî wan derftên wê demê di destê me de heyî, me hewil dida ku jiyana xwe bi awayek baş derbas bikin. Jiber şert û mercên bêderfetiyan û ji bo pêwîstiyên xwe yên jiyanê pêk bînîn, em her tim di nava tevgerê de bûn. Dema em li gund bûn, me fêkiyên weke Tû, Sêv, Hinar, Hilû,Tirî, Xox û hwd. bi xwe diçandin. Li aliyê din sebzeyên weke Xiyar, Bacan, Pivaz, Bacanê reş, Kulind û hwd.jî me diçandin. Piştî ewqas zorî, zehmetî û bêderfetiya ku wê demê li gund heyî û me jiyan kirî, dîsa jî ji bo em bi awayekî hêj baştir bijîn di niva liv û tevgerê de bûn.”

 

Naskirina me bi Apociyan re

 

Beriya ku em Apociyan nas bikin, me navê wan bihîsti bû.  Ji ber ku me ti caran  wan nedîtibû me ne dizanî ka aw kînê, çine û çawanin? Dema di hat gotin Apocî, ji bo me pir ecêb dihat, ji ber ku me ne dizanî emê wan bişibînîn çi û çawa îfade bikin. Gelek kesan digotin ewqas mezinin ku kes ne serê wan dibîne û ne jî lingê wan. Ji bo wê jî me derbarê wan de gelek çîrok çêkiribû. Lê dema ku me Apocî dîtin, nas kir û şûnde êdî me zanî ew jî wek me ne, ew ji zarokên me ne.

 

Kurê dayîka Fehîme tevlî Apociyan dibe

 

Di sala 1994’an de berî ku penaber bibin, kurê min yê bi nasnav Eşref  tevlî refên PKK’ê bû. Di wî temenê xwe yê ciwan de jî gelek kar û xebat di nava partiyê de kir, heya ku roja şehît ket jî ji bo azadiya gelê xwe têkoşîn kir.

 

Rêwîtiya penaberiyê

 

Piştî ku me cerdevaniyê red kir em neçar man ku li ser axa welatê xwe penaber bibin û derbasê Başûrê Kurdistanê bibin. Warê destpêkê yê penaberiyê Bihêrê û Şêraniş bû. Ji ber li vir jî dewleta Tirk êrîş dikir em neçar man ku xwe ji xeta sînor dûr bixin. Cara sêyemîn jî em neçarî penaberiyê bûn.Vê carê jî em li wargehên Etrûş û Geliyê Qiyametê bicih bûn. Li vêderê jî em nêzî du salan man. Li vê derê PDK’ê gef li gelên wargehê dixwar. Li wargeha Etrûş PDK’ê pezên gel dibirin, şivanên wan direvandin û bi kuştinê gef li  wan dixwarin. Digotin;‘Eger hûn ji vêderê neçin emê we bikûjin’ û bi zorê pezên me ji desten me digirtin. Em dikarîn bêjîn li vê wargehê jî zilm, zorî û gef her berdewambû. Ji ber van nêzîkatiyên PDK’ê yên li hemberî gelê wargeha Etrûş û Geliyê Qiyametê, dîsa em neçar man ku li wêderê jî hinekan berê xwe dan wargeha Nînova û yên din jî berê xwe dan bajarên qampên Sêmêlê, Daretuyê, Hesenîkê û hwd. Gefên PDK’ê li wargeha Nînovan ji li ser gel dewam dikir. Li vêderê jî gelek şivan ji aliyên kesên ne nas ve hatin qetilkirin.Li wargeha Nînovan jî em nêzî şeş mehan man. Dîsa ji ber zext û gefên ku li ser wargehê heyî em neçar man berê xwe bidîn Nehdarê. Şert û mercên penaberiyê yên ewqas zor û zehmet, bi hatina me ya wargeha Nehdarê re zivistanekî ewqas sar û tûj jî li ser zêde bibû. Li vêderê jî bi hatina zivistanê re şert û mercên penaberiyê jiyan hîn zehemetir kiribû. Ji ber sermaya zêde gelek zarok û kal jiyana xwe ji destdan. Her wiha gelek sewal jî telef bûn. Mîna wargehên din li vir jî şertên penaberiyê zor û zehmet bûn. Cihê ku em lê diman, piranî bi mayîn bûn. Jiber ku ew mayînên ku hatîbû bi cih kirin şûnêwan ne diyar bûn. Ji bo wê jî gelek kesên wargehê bi wan mayînan birîndar bibûn û ji aliyê kesên ku nedihatin naskirin ve jî çend kes hatin qetil kirin. Li Nehdaran jî em nêzî çar pênc mehan man. Ji ber van şert û mercên nebaş em neçar man ku ji vêderê jî koç bikin û berê xwe bidin Mexmûrê.

 

Mexmûr: Warê toz û dupişkan

 

Mexmûr cihekî wisa bû ku kesê texmîn nedikir wê mirov li vir bijî. Cihekî hişk, zuha û derfetên jiyanê lê nebû. Dema em hatin wargehê, ji ber dupişkan mirov nedikarî gevekî bavêji. Li vê derê jî gelek kesên me bi dupişkan jiyana xwe ji dest dan. Zorî û zehemetiyên jiyanê bi her awaye li vi derê jî berdewamdikir. Salên destpêkê yên wargeha Mexmûr ji ber bêderfetî û şert û mercên jiyanê, gelên wargehê ji bo xwe li ser lingan bigre, her tim di nava têkoşînek da bûn. Li Mexmûr jî di salên destpêkê de gelê wargehê gelek zorî û zehemetî kişandin, lê di van salên dawî de kêm jî be di aliyê jiyanê de hinek rewşa gel ber bi başiyê ve çûye.”