Artêşa Tirk şûnwarên dîrokî jî hedef girt

56

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk gundê Bircik Silêman a naçeya Şêrawa ya ser bi Efrînê ku gelek şûnwarên dîrokî di têde hene hedef digire.

 

 

Gundê Bircik Silêman 30 km başûrê bajarê Efrînê dikeve û 30 km li bakurrojavayê bajarê Helebê dikeve. Di vî gundî de gelek şûnwarên dîrokî yên kevnar hene û xwedî cihekî stratejîk e. Ji ber vê yekê artêşa dagirker a Tirkiyeyê dubare gund topbaran dike û hewl dide dagir bike. Bi taybet ji ber ku cihê gundê serweriya xwe ji bilî Efrînê li ser keleha Seman, bajaroka Daritizzê ku niha çeteyên girêdayî Artêşa Tirkiyeyê têde bi cih bûne, dike.

 

Gundekî kevnar e

 

Di gundê Bircik Silêman de gelek şûnwarên dîrokî yên kevnar û bircên serdemên dîrokî yên kevnar ên weke Mîtanî, Romanî û Bîzansî hene.

 

 

Artêşa Tirk bi zanebûn van deverên kevnar bi topên xwe armanc dike û hewl dide dîroka herêmê winda bike, nemaze heman siyaset li ser keleha Semanê da meşandin û çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) ku alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigirin gelek deverên kevnar hilweşandin.

 

Artêşa Tirk di van çend rojên dawî de hovîtiya xwe li dijî gund zêde kiriye û deverên dîrokî bi topên xwe armanc digire.

 

Hêjayî gotinêye ku çeteyên DAIŞ’ê jî li Sûriye û Iraqê li cihên ku dagir dikirin hemû dîrok, şûnwar û bermahiyên gelê herêmê wêran dikirin. Dewleta Tirk ku li Bakurê Kurdistanê Sûra dîrokî ya Amedê hedef digire, li Efrînê jî hewl dide şûnwarên dîrokî ji holê rake.

 

(anha)