Li Herêma Kurdistanê sîstema serokatî û hevserokatî-Dosya

36

 

 

ROZE MIHEMED / SILÊMANÎ

Partiyên Başûrê Kurdistanê ku xwedî dîrokeke dû dirêjin lê,heya niha jî beşdarbûna jin di nava organên stratejîk de zehf lewaze. Li gorî dosyayeke ajansa me  berê amade kiribû û her wisa li gorî agahiyên ku Ofîsa Hilbijartinên Partiyên Siyasî yên herêmê ku xwe weke partiyên zanistî û îslamî bi nav dikin de rêjeya jinê ewçende kême ku negihîştiye sedî 30 û ji derveyî erka serokatiyê hatiye hiştin. Tenê di nava meclîsê û organên biryar dayînê de jî beşdarbûneke jinê ya zehf lewaz heye. Me vê mijarê hêjayî lêkolînê dît û xwest hinek agahî berhev bikin.

 

Li gorî zanyariyên ku me bi dest xistiye rêjeya jinan di nava partiyên xwe weke partiyên zanistî bi nav dikin de kême.

 

Rêjeya wan wiha ye;

 

YNK: Di nava 52 endamên rêveberiya YNK’ê de tenê 9 jinên berpirs heye ku ev jî dike sedî 17.

 

PDK: Di nava PDK’ê de di nava 60 endamên rêveberiyê de 6 jin di nava rêveberiyê de cih digire ku ev jî dike sedî 10.

 

Tevgera Goran:  65 endamên Civata Nîştîmanî (rêveber) heye di navê de tenê 9 jin heye û ev jî dike sedî 13.

 

Partiyên Îslamî:

 

Di nava van partiyên Îslamî de jî her bi heman awayî rêjeya beşdarbûna jin di nava kar û barê partiyan û di asta rêveberî de kême.

 

Yekgirtûya Îslamî: Di nava 35 endamên rêveberiyê de 9 jin heye ji vana 5 kes bi dengê xwe tevlî rêveberiyê bûne 4 jî li ser esasê kotaya ji sedî 25 hatine hilbijartin.

 

Komela Îslamî:  Di nava 37 endamên rêveberiyê de 4 jin cih digirin ku ev jî dike sedî 10.

 

Ev rêjeyane hemû dide nîşan ku hem di nava partiyên xwe weke partiyên zanistî û hem jî yên Îslamî de rêjeya beşdarbûna jin ne gihîştiye sedî 30.

 

Ji derveyî Tevgera Azadî û Bereya Demokrastiya gel ku bi sîstema hevserokatiyê tên birêve birin heya niha serokên hemû partiyan zilamin. Her wisa ji derveyî Tevgera Azadî partiya ku rêjeya kotaya cins herî zêde di têde bilind (sedî 25) ya Yekgirtûya Îslamiye û ya herî kêm jî Komela Îslamî û paşê jî PDK ye.

 

Tevgera Azadî: Tevgera Azadî bi rêya sîstema hevserokatiyê tê birêve birin û rêjeya jin a di nava rêveberiya wê de jî xwe dispêre wekheviya herdu cinsan ango ne kota nûnertiya wekhev. Tevlîbûna jinan ji her organ û saziyeke Tevgerê re nûnertiya wekheve.

 

Divê derbarê de Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir wiha axivî: Di nava Tevgera Azadî hejmara jin bi ya zilaman re wekheve. Me hewldaneke wisa daye ku jin di asta saziya serokatî, meclîs û îdareyê de jî bi awayeke wekhev cih bigire.

 

 

‘Hevserokatî teza Rêber Ocalan e’

 

Hevserokatî yek ji tezên Rêber Ocalane ku pêşniyar û pêşkêşê jinan kiriye. Weke em dizanin desthilat ev bi salaye ji aliyê zilam ve tê birêve birin. Jina jî bê rol û bê îrade kiriye. Sedema sereke ya bikaranîna sîstema hevserokatiyê derbaskirina sîstema zilamsalare û vegerandina nasnameya jine.

 

Bereya Demokrasiya Gel: Ev partî jî bi sîstema Hevserokatiyê tê meşandin. Di Bereya Demokrasiyê de jî nûnertiya wekhev a herdu cinsan tê esas girtin.

 

Ji derveyî partiyên siyasî piştî Tevgera Azadî Rêxistina Jîngeha Herêma Kurdistanê jî vê sîstema hevserokatiyê pêk tîne. Hevserokê Rêxistina Jîngehê Serwer Qeredaxî di vê derbarê de axivî û got: “Ji bo em rola jin di nava organên biryar dayînê de zêde bikin, rêveberiya jin a jîngeh çêbikin ku xwezayê biparêzin me pêşniyara sîstema hevserokatiyê kir. Me di kongreya xwe ya yekemîn a di sala 2015’an de sîstema hevserokatiyê xist meriyetê û di hemû dezgehên me de bêyî îradeya jin û dengê wê ti dezgeheke me nikare biryarê bigire.

 

 

Meclîsa Gel a Qendîlê û her wisa Şaredariya binarê Qendîlê jî bi sîstema hevserokatiyê tê birêve birin û di her du meclîsan de jî nûnertiya wekhev a herdu cinsan tê esas girtin.

 

Ev rêje tenê yên çend partiyên Herêma Kurdistanê bûn Şengal jî mijareke taybet ya lêkolînê ye ku dema pêş dikarin li ser bixebitin.