Li Kerkûk û Xurmatû zextên dijî rojnamegeran zêde bûne

28

 

 

QEREÇOX ENWER/ HEWLÊR

 

Îro li bajarê Hewlêr rêveberê rêxistina Nîw Mîdya Luqman Şêrwanî bîlançoya zextên li hemberî rojnamegeran li Kerkûk û Xurmatû pêk hatîn bi daxuyaniyek çapemeniyê eşkere kir.

 

Di daxuyaniyê daxuyaniya çapemeniyê de Luqman Şêrwanî got; “Piştî bûyerên 16’ê Cotmehê hejmarek zêde ya rojnameger û qenalên çapemeniyê rastî zextê hatine. Ew jî weke êrîşên şewitandin, talankirina baregehên mîdyayê û gefên dijî rojnamegerane.

 

Li gor ew bîlançoya dest me ketiye di nava sê mehan de ji 16’ê Cotmeha 2017 heya 16’ê Çileya 2018’ê de bi giştî 11 qenalên çapemeniyê û ofîsên ragihandinê, 60 rojnameger û 40 karmend ji ber ev rewşa ne aram cihên xwe terikandine. Ev jî ji ber sedema metirsî û gefa li ser jiyana wane.

 

Ji derve vê jî beşek ji tewanbarkirin û şikayetên li ser rojnamegeran jî tevlîbûna referandûma 25’ê Îlona 2017’ê ye.

 

Di encama giştî ew 11 qenalên li Xurmatû dixebitîn beşek zêde navendên wan hatine talankirin û şewitandin. Her wiha hinek jî hatine teqandin. Malên hinek rojnamegeran jî hatine şewitandin û talankirin.

 

Niha 79 rojnameger ji ber metirsî û gefên li ser hene nikarin vegerine Kerkûkê û kar bikin. Hewldanên terorkirina rojnamegeran timî berdewam kirine. Bi giştî ew rojnamegerên li sînorê Xurmatû û Kerkûk gef û metirsî li ser heye 180 ne.”

 

Rêxistina Nîw Mîdya rêxistinek ne hikûmî ye û navenda wan a serekî li Hewlêre û li biwarê mîdya de kar dike.

 

(sk)